Karwanekî leşkerî yê mezin ê Rûsyayê nêzî Kîevê dibe

Wêneyên peykî xuya kirin ku karwanekî leşkerî yê mezin ê Rûsyayê ber bi Kîevê ve diçe. Hemwextî wê dan û standin di navbera Rûsya û Ukraynayê de li Belarûsê li dar dikevin ku serokê Ukraynayê got: “Armancên ku me xwestine pêk nehatin.”

Karwanekî leşkerî yê mezin ê Rûsyayê nêzî Kîevê dibe
1 adar, 2022   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja 6`an a destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de, wêneyên peykî xuya kirin ku karwanekî leşkerî yê mezin ê Rûsyayê ku dirêjahiya wê zêdetirî 6 kîlometreyan e, ber bi Kîevê ve diçe. Li gorî AFP`ê artêşa Rûsyayê îro gihaşt bajarê Kherson ê li başûrê Ukraynayê li nêzî Qirimê û li wir nuqteyên kontrolê ava kirin.

Reutresê diyar kir ku amadekariyên Ukraynayê nehişt Valdimîr Pûtîn destkeftiyên zûtir bi dest bixe ruxmî topbarana dijwar.

DYA û hevalbendên wê ceza li Banka Navendî ya Rûsyayê û şîrketên mezin û rayedarên Rûs ferz kirin. Her wiha nehiştin ku gelek bankên Rûsyayê pergala SWIFT’ê bi kar bînin.

Li gorî ajansa RIA Novostî Vladimîr Pûtîn têkildarî wan cezayan duh civînek ji hikumetê re li dar xist.

Her wiha duh Pûtîn bi rêya telefonê bi serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî û got çareserkirina rewşa li Ukraynayê pêkan e heke berjewendiyên Rûsyayê di warê ewlehiyê de li ber çavan bên girtin.

Li gorî ajansa RIA Novostî ragihandî ku Kremlşn di daxuyaniyeke xwe de axaftina Pûtîn piştrast kir û wiha got: “Divê serdestiya Rûsyayê li ser Qirimê bê naskirin. Mijarên danîna çek û tunekirina Naziyên dewleta Ukraynayê û mîsogerkirina bêaliya wê, divê di ber çavan re werin derbaskirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rûsya ji dan û standinan re vekirî ye û hêvî dike encamên ku tên xwestin, werin bidestxistin.

Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky di qeydekê de axivî û got di gera yekemîn a dan û standinan de armancên ku dihatin xwestin, pêk nehatin. Zelensky destnîşan kir ku Ukrayna piştî nirxandina encamên gera yekemîn dê lidarxistina gera duyemîn diyar bike.

Tirkiyê jî dewletên di şer de hişyar kirin ku keştiyên şer di tengavan re neşînin.

Washingtonê ragihand ku gelekî dûr e leşkeran bişîne Ukraynayê yan jî herêma qedexeya firînê li ser daxwaza Ukraynayê ferz bike.

DYA û hevalbendên wê yên rojavayî li şûna wê yekê soz da ku alîkariyên leşkerî ji Kîevê re bişînin.

Rûsya dibêje armanca wê ne dagirkirin e. Lê belê dixwaze karîna leşkerî ya Ukraynayê tune bike û neteweperestan bigire.

Li gorî Reutresê li bendera Mariupol a Kharkivê şer rû da. Rayedarên ukraynayî got di encama topbarana Rûsyayê de bi dehan sivîl hatin kuştin û di nav de zarok jî hene. Lê heta niha hejmara rast nehatiya zanîn.

Li gorî ajansa penaberan a girêdayî NY`yê zêdetirî 500 hezar kes ji Ukraynayê revîne. Di encamê de aloziyeke penaberan rû da û bi hezaran penaber li ber deriyên sînor ên Ewropayê ne.

Rayedarekî mafên mirovan ê NY`yê diyar kir ku ji destpêka destwerdanê û vir ve herî kêm 102 sivîl hatine kuştin. Lê hejmara rastîn ji vê zêdetir e.

Kanadayê hinardeyên petrola xam a Rûsyayê rawestandin. Senatorê Komarparêz ê amerîkî Lindsy Graham got divê rêveberiya Biden cezayan li sektora eneriyê ya Rûsyayê ferz bike. Petrol û gaz ji mezintirîn jêderên Rûsyayê ne.

Tê payîn ku hejmara şîrketên ji Rûsyayê derdikevin, zêde bibe û dê bandorê li aboriya Rûsyayê bike.

Her wiha 3 studyoyên mezin Sony, Disney û Warner Bros biryar da ku dê belavkirina berhemên şanoyî yên Rûsyayê bi awayekî demkî rawestîne. Li aliyekî din FIFA û Komîteya Olympiyadê a Navneteweyî biryar da ku dê nehêle tîm û werzîşvanên Rûs tev li pêşbirkan bibin.

(şx)