3 çeteyên DAIŞ'ê li parêzgeha Enbarê ya Iraqê hatin kuştin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ragihand ku 3 çeteyên DAIŞ'ê li parêzgeha Enbarê hatine kuştin.

3 çeteyên DAIŞ'ê li parêzgeha Enbarê ya Iraqê hatin kuştin
1 adar, 2022   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê daxuyaniyek da û wiha ragihand: "Hêza hewayî bi balafirên F-16 ên Iraqê navenda çeteyên DAIŞ'ê ya li parêzgeha Enbarê kir hedef."

Li gorî ajansên nûçeyan ên Iraqê di encama êrişên balafirên Iraqê de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

 (dx)