​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Derayê bûyerên kuştinê zêde dibin

Rojnameyên erebî têkildarî zêdebûna bûyerên kuştinê li Derayê, kar û barên Iraqê û xwepêşandanên li Sûdanê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Derayê bûyerên kuştinê zêde dibin
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Derayê bûyerên kuştinê zêde dibin
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Derayê bûyerên kuştinê zêde dibin
1 adar, 2022   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

`LI DERIYÊ NASÎB Ê BI URDINÊ RE EFSEREKÎ SÛRÎ HAT KUŞTIN`

Der barê zêdebûna bûyerên kuştinê li Derayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Ruxmî lihevkirinan û kişandina çekan ji bajêr, tevliheviya ewlehiyê û bûyerên kuştinê li Derayê zêde dibin. Di du rojên derbasbûyî de 7 bûyerên kuştinê pêk hatin ku sivîl û dijberên berê û hêzên hikumeta Şamê bûn. Li gorî çavkaniyên xwecih, piraniya wan bûyeran bi rêya mayinan pêk hatin.

Berdevkê Ragihandinê ya Kombûna Azadên Horanê Eymen Ebû Nuqte got yekşemê bi şev kesên nenas li deriyê sînor ê Nasîb ê bi Urdinê re efserekî hêzên hikumeta Şamê bi navê Mahir Wesûf kuştiye. Wesûf bi tevgerên xwe yên provokatîf tê naskirin. Li ser rêwiyan bacan ferz dike û pere jê distîne.” 

`BERHEM SALIH JI XEFIKA JI BO ASTENGKIRINA JI NÛ VE HILBIJARTINA WÎ XELAS BÛ`

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ku dema erka wî temam bûye, ji xefikeke siyasî filitî ku dijberên wî jê re danîbû. Berhem Salih efûyek taybet ji bo Cewad Lûey Cewad kurê qeymeqamê Necefê yê berê derxist ku di 2018`an de bi tawana bazirganiya narkotîkê hatibû girtin. Lê Salih duşemê biryar da û efû betal kir. Her wiha diyar kir ku ew amade ye di pêşerojê de dê biryarên serokkomariyê sererast bike heke li dijî qanûnan bin.

Dijberên Berhem Salih û Mistefa Kazimî hewl da vê efûyê bi kar bînin û veguherînin dozeke siyasî. Ji ber wê çavdêrên rewşa Iraqê ev bûyer wek hewldanek ji bo şermkirina serokkomar û serokwezîrê Iraqê û rê li pêşiya mayîna wî di desthilatê de di dema bê de bigirin, bi nav kir.

Duşemê bi dehan şênî li pêşiya avahiya Meclisa Dadwerî ya Bilind xwepêşandan li dar xist da ku biryara efûyê betal bibe. Betalkirina efûyê dê hewldanên aliyên ku dixwazin Berhem Salih bidin şermkirin, têk bibe.”

`LI XERTÛMÊ XWEPÊŞANDÊR GIHAŞTIN QESRA SEROKATIYÊ`

Rojnameya El-Beyan girêdayî kar û barên Sûdanê wiha nivisî: “Bi hezaran xwepêşandêr li derdora Qesra Serokatiyê ya li Xertûmê kom bûn û banga desthilata sivîl kir. Şahidan eşkere kir ku xwepêşandêran dorpêça ewlehiyê şikandiye û gihaştin deriyê sereke yê qesrê. Her wiha diyar kirin ku polîsan bombeyên gazê li dijî xwepêşandêran bi kar anîn. Lê di dawiyê de li gel israra xwepêşandêran ew jî vekişîn. Ev cara sêyemîn e ku xwepêşandêr digihêjin Qesra Serokatiyê.

Piştî pêşkêşkirina komîteyên berxwedanê yên Sûdanê mîsaqeke siyasî ji bo nîqaşkirina desthilata gel û avakirina desthilateke siyasî ya giştî, vê yekê rû da.”

(şx)