' Şerê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye'

Şêniyên Efrînê diyar kirin ku çareya her guncaw a xweparastinê pêkanîna rêgeza şerê gel ê şoreşgerî ye.

' Şerê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye'
' Şerê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye'
' Şerê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye'
' Şerê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye'
' Şerê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye'
' Şerê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye'
' Şerê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye'
' Şerê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye'
' Şerê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye'
1 adar, 2022   02:26
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM – ALAN REŞÎD

Di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de, bi sedan şêniyên  şêniyên Efrînê yên li navçeya Şêrawa bi xebatekî komînal dest bi lêkirina dîwaran ji kevir li ser rê û gundan, nexasim rêya di navbera gundê Basile û Eqîbe de kirine da ku ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku kantona Efrînê dagir kirine û şêniyên wê koçberî Şehba û navçeya Şêrawayê kirine ve, êrişên xwe li ser  navçeya Şêrawayê didomînin û erebeyên ku di rêya gundên Soxanekê û Aqîbeyê  re derbas dibin topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên Basile, Cilbire, Kîmar û Dêr Mişmiş, gundên ku koçberên Efrînê û şêniyên wê resen lê bi cih bûne, topbaran dikin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên navçeya Şêrawa û koçberên Efrînê ku li navçeyê bi cih bûne ji ANHA`yê re axivîn û diyar kirin ku gel bi rihê şerê gel ê şoreşgerî li dijî hêzên dagirker bi ser dikevin.

Welatiya bi navê Wîdad Xelîl wiha got: "Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn, me biryar da ku berxwedana xwe li Şêrawayê dewam bikin heta ku Efrînê rizgar bikin û vegerin warê xwe. Lê dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rojane û bêserûber sivîlên li gundewarên Şêrawayê topbaran dike."

Wîdad Xelîl wiha domand: "Em şêniyên Efrîn û gundewarên navçeya Şêrawa me biryara însiyatîfa gelêrî da ku li ser bingehên şerê gel ê şoreşgerî satirekî ji keviran li seransrî rêya di navbera gundê Soxanekê û Eqîbe de ava bikin."

Wîdad Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo guhertina demografiya kantona Efrînê û xurtkirina dagirkeriyê li kantonê dixebitin, her wiha da ku  armancên xwe yên mêtîngeriya Osmanî li herêmê bi cih bînin.

Wîdad Xelîl da zanîn ku Kurd nexasim şêniyên Efrînê dê weke berê nemînin û şaştiyên ku çêbûn dê neyên dûbarekirin û got: "Em niha bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan xurttir bûne û em ê li hember topên bi ser wan de dibarin, bisekinin.

Wîdad Xelîl di dawiyê de îşaret bi girîngiya berdewamiya têkoşîn û berxwedanê li hember hemû hewldanên dewleta Tirk ên bi armanca tunekirina kurdan kir û got: "Her çiqasî em fîzîkî dûrî warê xwe bikevin lê rihê me li wir e. Ji bo rizgarkirina Efrînê em amade ne her tiştî feda bikin."

Apê Seydo Îbiş ê ji koçberên kantona Efrînê destnîşan kir ku ew li ser rêya di navbera gundê Eqîbe û Soxankê de bi awayekî rojane têne topbarankirin, her wiha her du gund her tim têne topbarankirin.

Îbiş da zanîn armanca avakirina satiran li seranserî rê erebeyên sivîlan ji hedefgirtina rasterast biparêze. Her wiha got, rê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ji dûrî 500 metrere ve tê şopandin.

Îbiş di axaftina xwe de wiha domand: "Girîng e ku em xwe ji topên dewleta Tirk biparêzin. Divê her kes di civakê de xwe biparêze, pîvanên şerê gel ê şoreşgerî pêk bîne, ji ber ew baştirîn çareserî li hember êrişên dijminên li ser me ye."

Welatiya bi navê Evîn Elî ya ji gundê Eqîbe jî wiha axivî: "Îro di saetên sibê de me dest bi lêkirina satir kir da ku rê û gundên xwe ku nêzî gundewarên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin û bûne nuqteyên hedefgirtina malên me, biparêzin."

Evîn Elî anî ziman ku xweparastin yek ji bingehên sereke ye ku civakê ji xetereyan biparêze û ne bi rêya şerê gel ê şoreşgerî be dê parastina cewherî pêk neyê.

(bx)

ANHA