`PKK`ya ku ji bo parastina xak û rûmetê têdikoşe ne terorîst e`

Welatparêzên Kobanê diyar kirin ku PKK`ê xwedî projeyeke demokratîk e, armanca wê rizgarkirina gelan ji bindestiyê ye û gotin, PKK'ê li her çar parçeyên Kurdistanê derbarî hemû malan bûye, tu kes nikare li hemberî fikirên wê bisekine û dem dema derxistina wê ji "lîsteya terorê" ye.

`PKK`ya ku ji bo parastina xak û rûmetê têdikoşe ne terorîst e`
1 adar, 2022   04:47
KOBANÊ

Li seranserî cîhanê kampanyayên ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê" berdewam dikin.

Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê diyar kirin ku ramanê PKK'ê li tevahî cîhanê belav bûye û tu kes nikare li hemberî wê bisekine. Her wiha goitn dem hatiye ku ji "lîsteya terorê" bê derxistin.

Mihemed Sedîq ku bavê 3 şehîdan e; Barîn Kobanê, Baran Barîn Botan û Baran Barîn diyar kir ku wî di sala 1985`an de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û wiha domand: "Xwesteka min ew bû ku xwe ji qeydên  ku sîstemên zordest li ser me kurdan ferz kirin û bi çarenûsa me dilîzin, rizgar bikim. Destpêkê ez wekî şanogerekî di koma ku ji aliyê tevgerê ve hate damezirandin, dixebitîm. Di wê rojê de min bi azadî êşa gelê xwe vegot. Min azadî hîs kir û girêdana min bi tevgerê ve zêdetir bû."

Mihemed Sedîq wiha domand: " Dema ku em bi peyman û lihevkirinan dişewitandin, me rastî û hebûna xwe di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de dît û min tevgera azadiya hilbijart. Ji ber ew yekane ye ku banga mafên Kurdan di wê demê de dikir. Dijminên me her tim dixwazin bi rêbazên cûda me qir bikin. Dixwazin armanca xwe di serdema nû de pêk bînin. Tevgera Azadiyê weke dîwarê ewlehiyê ji Kurdên ku xwe spartin wê. Ji ber vê yekê jî navê PKK`ê xistin nava "Lîsteya terorê" da ku rê li pêşiya Kurdan bigrin ku neghêjin pira berava."

Mihemed Sedîq destnîşan kir ku dem hatiye ku navê PKK`ê ji "Lîsteya terorê" were derxistin û got: "Bi derxistina PKK'ê ji vê lîsteyê wê gelek pirsgirêk li herêmê çareser bibin, gelek gel dê ji zilm û bindestiyê rizgar bibin, ji ber ku PKK`ê xwedî projeyeke demokratîk e, armanca wê rizgarkirina gelan e. Ev yek dihêle ku sîstem jê bitirsin û wê têxin lîsteya terorê''.

'JI BER XWEDÎ PROJEYEKE AZAD E, LI ROJHILATA NAVÎN BELAV BÛ'

Birayê şehîd Mihemed Kobanê, Ehmed Reşad jî ev tişt anî ziman: "Di sala 1981`an de min fikirên Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Wê demê kesekî ji min re got Kurdistan heye lê dagirkirî ye û partiyek heye dixwaze bi zendê gelê wê, wê rizgar bike. Hesreta di dilê min de hêz da min ku ez fikirên azad nas bikin û xwesteka xwe di rizgarkirinê de bi cih bînim."

Reşad diyar kir ku fikirê PKK'ê ji tevahî fikiran cuda ye, ji ber vê yekê li tevahî Rojhilata Navîn belav bû. Reşad got: "PKK'ê banga rakirina zilmê ji ser gelê Kurdistanê dike. Rêber Ocalan fikirên hemû rêveberên Kurd ên beriya wî di şoreşê de kom kir. Ev taymetmendiya wî bû, ji ber ew ne bi wekî wekî rêveberê bi rengekî eşîrtî difikire, lê ji bo berjewendiyên tevahî kurdan difikire."

Ehmed Reşad da zanîn ku PKK`ê ji bo xak û rûmetê têdikoşe, dixwaze parastina çand û dîrokê bike, şer naxwaze û naxwaze zerar bighêje kesî û wiha domand: "Ev partî ne teror e. Ew di serdema me de cûda ye. Xistina navê PKK`ê di "Lîsteya terorê" di rûreşiyek e. Em bang li wan kesan dikin ku PKK`ê nas bikin û çima hatiye darizandin , piştî wê di biryarên xwe de bifikirin."

Ehmed Reşad bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Fikirê PKK`ê li her çar parçeyên Kurdistanê derbasî her malekê bûye. Tu kes nikare li hember van fikiran bisekine. Peyama min ji tevahî cîhanê re ku li dijî îradeya gelan nesekinin û navê PKK`ê ji "Lîsteya terorê", rakin."

(bx)

ANHA