Amadekariyên Hîlala Zêrîn a Helebê ji bo 8’ê Adarê

Navenda Hîlala Zêrîn bi nêzbûna Roja Jinan a Cîhanê re xebatên xwe zêde kirin da ku pirozbahiyên vê boneyê li dar bixin û navendek li Helebê vekir.

Amadekariyên Hîlala Zêrîn a Helebê ji bo 8’ê Adarê
Amadekariyên Hîlala Zêrîn a Helebê ji bo 8’ê Adarê
Amadekariyên Hîlala Zêrîn a Helebê ji bo 8’ê Adarê
1 adar, 2022   01:48
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Ji ber ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê wek şoreşa jinan tê nasîn, êdî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji şênî û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re boneyek e ku çalakiyên xwe tê de li dar dixin û tê de têkoşîna jinan û destkeftiyên wan pêşkêş dikin.

Navenda Hîlala Zêrîn a li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku di 26’ê Çileya îsal de vebûye, xwe amade dike ku hunerên xwe bi boneya Roja Jinan a Cîhanê pêşkêş bikin.

5 komên girêdayî Navenda Hîlala Zêrîn bi navê "Şehîd Berçem" a stran, dîlan û şano perwerdeyên zêde ji bo amadekariyên 8’ê Adarê digirin.

Koma stranan ji 12 endaman pêk tê, perwerdeyên xwe li Navenda Hîlala Zêrîn distîne, ne tenê li ser stranan perwerde dibin, lê belê li ser gelek amûrên muzîkê perwerde dibin.

Koma dîlanê jî, ji ber ku cih li navendê teng e, perwerdeyên xwe li Navenda Çand û Hunerê ya li rojhilatê taxa Eşrefiyê ya Helebê dibînin.

Çavdêra perwerdeya 5 komên Navenda Hîlala Zêrîn Tezyal Mihemed got wan berê perwerde li Navenda Çand û Hunerê didît, lê piştî vekirina Navenda Hîlala Zêrîn alav û amûrên xwe veguhastin navendê û li wir perwerdeyê dibînin.

Tezyal Mihemed li ser girîngiya 8’ê Adarê got: "Di radeya yekemîn de rojeke taybet bi jinan e, em hemû kedên xwe didin ku girîngiya rola jinan di jiyan û civakê de bi moralên bilind bidin û wê yekê em ê bi rêya hunerên dê pêşkêş bikin, bidin."

Di huneran de, li gorî çavdêra li ser perwerdeyan, stranên dewlemend hene û wiha domand: "Piranî stran li ser jin û doza wê ne, hin jî ji folklora kevn in, hin jî li ser rêber Abdullah Ocalan in. Li kêlek wan jî dîlanek heye ku çîroka Sarya vedibêje."

Tezyal Mihemed xîtabî hemû jinan kir ku tevahî Navenda Hîlala Zêrîn bibin, behreyên xwe pêk bînin û derxin û wiha bi dawî kir: "Jin dikare her tim xwe îsbat bike û di hemû aliyan de bi têkoşîn û berxwedana xwe dikare vê yekê bike."

6 STRAN

Endama koma stranan Hemrîn Bêrhat îşaret bi amadekariyên li ser 6 stranan kir û got: "Di wan stranan de peyamên ji jinan re hene, her wiha li ser rola Rêbertî di pêşkêşkirina doza rizgariya jinan, girîngiya 8’ê Adarê hene.”

Her wiha beşdara tev li dîlana "Sarya" dibe Axîna Dil jî got: "Li gel beşdarbûna min di koma stranan de, min rola dîlana Sarya jî wergirt, ev jî tê wateya dîlana azadiyê û em ê çîroka wê bi rêya tevgerên xwe nîşan bidin."

(fr)

ANHA