ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-03-2022
1 adar, 2022   00:00

-Şêniyên Qamişlo sersaxiyê ji malbata şehîd Reşo Qamişlo re dixwazin, konê sersaxiyê li taxa Qidûrbek tê vegirtin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê şehîd Waîl Ehmed El-Ecal li goristana Şehîd Dilşêr oxir dikin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê, şehîdên Komkujiya 25'ê Hezîranê ya li Kobanê û gundê Berx Botan li goristana Şehîd Dicle bi bîr tînin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 8'ê Adarê, li Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hol û Şedadê şehîd tên bîranîn, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Banka Navendî ya Sûriyê ya hikumeta Şamê bi danîna şertekî nementiqî ku li ser hesabê xizanan xizmeta hikumeta Şamê dike, veguhertin û wergirtina pereyan ji şîrekên veguherîna pereyan a derve bi pereyên biyanî sînordar kir. Li ser vê yekê aborînasekî hişyarî da, ku dê digel bihabûnê de gelek aloziyan biafirîne. (BI WÊNE).

- Koçberên Efrînê got, "Girêdana me bi xeta berxwedanê ve û mayîna me li kampê rêya yekane ya rizgariya Efrînê û vegera li warê xwe ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê diyar kirin ku çareya her guncaw a xweparastinê pêkanîna rêgeza şerê gel ê şoreşgerî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Efrînê têkildarî 8`ê Adarê got “Divê her jinek di vê rojê de dengê xwe bilind bike û berxwedanê berdewam bike û divê her jinek xwe bigihîne azadiya rast anku azadiya ku tê de fikra azad heye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 8'ê Adarê, Kongra Star li goristanên şehîdan ên bajarên Qamişlo, navçeyên Dêrik û Tirbespiyê daxuyaniyan didin û şehîdên meha Sibatê bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 8'ê Adarê, HPC-JIN meşekê li ser asta herêma Cizîrê li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'a. Li Kobanê jî HPC-JIN meşekê ji qada Jina Azad ber bi çerxerêya Saetê ve li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşma "Jin gula buhara çandê ye", Mîhrîcana Yekemîn a Wêje û Hunera Jinê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest pê dike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê bi wesîleya Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyekê li bajarê Kobanê dide, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şahiyekê li daristana bajarê Kobanê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Hîlala Zêrîn bi nêzbûna Roja Jinan a Cîhanê re xebatên xwe zêde kirin da ku pirozbahiyên vê boneyê li dar bixin û navendek li Helebê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hiqûqnasên Reqa û herêma Firatê teqezî li ser girîngiya avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina girtiyên çeteyên DAIŞ`ê kir û got ,divê ev yek ji xebatên girîng ên civaka navneteweyî ne ji ber hebûna wan barekî ji aliyê ewlehî û aborî de li ser Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Welatparêzên Kobanê diyar kirin ku PKK`ê xwedî projeyeke demokratîk e, armanca wê rizgarkirina gelan ji bindestiyê ye û gotin, PKK'ê li her çar parçeyên Kurdistanê derbarî hemû malan bûye, tu kes nikare li hemberî fikirên wê bisekine û dem dema derxistina wê ji "lîsteya terorê" ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA