Biryara Banka Navendî ya Sûriyê bandorê li xizanan dike

Banka Navendî ya Sûriyê li ser şîrketên pevguhestina pereyan şertên nû danîn. Li gorî biryarê, divê miqdara pereyê veguhastî ne kêmtirî 5 hezar dolarî be. Li ser vê yekê aborînasekî hişyarî da, ku dê digel bihabûnê de wê ev biryar gelek aloziyan biafirîne.

Biryara Banka Navendî ya Sûriyê bandorê li xizanan dike
1 adar, 2022   05:21
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Banka Navendî ya Sûriyê di 24’ê Sibatê de destûr da ku pere ji şîrkên derve bi dolar an jî pereyên biyanî yên din werin wergirtin, lê bi şertê miqdarê pereyê veguhestî zêdetir 5 hezar dolar be.

Malpereke aborî daxuyand ku kesê pere werdigire ku pereyên wî zêdetirî vê miqdara diyarkirî yan jî wek wê be, dikare bi lîreya Sûriyê wergire heke bi xwe xwest.

Lê pereyên kêmî 5 hezar dolar an jî wek wê li hember pereyên biyanî yên din, şertê bankê ew e ku tenê divê pereyên sûrî were radestkirin û li gorî bihaya ku hikumeta Şamê diyar kiriye be ku nirxê wê ji yê sûka reş kêmtir e be. Lê aborînasan da zanîn ku ew mîna derbeyekê li dijî xizanan e, ji ber ku zehmet e ku ewqas pere ji wan re werin şandin.

Banka Navendî ya Sûriyê di nîvê 2021’an bihaya fermî ya lîreya Sûriyê li hember pereyên biyanî diyar kir ku li hember her dolarekî 2 hezar û 521 lîreya Sûriyê ye. Di heman demê de nirxê her dolarekî 3 hezar û 500 lîreya Sûriyê anku nirxê fermê bi çareyekê kêmî ya li derveyî herêmên hikumeta Şamê ye.

Hikumeta Şamê li herêmên di bin serweriya xwe de gelek şîrketên veguherîna pereyan bi hinceta perspektîfên wan bin pê dikin, girtin. Tevî zextên hikumetê welatî di şandina pereyan ji xizmên xwe re xwe spartin rêbazên dîtir ku pereyan bi destan radest bikin.

2 rêbazên "radestbûna bi dest" hene. Ya yekemîn bi rêya têkiliyên şexsî ye, anku kesê li derve pere radestî kesekî dike, piştre xizmên wî bi dest pereyî radestî yê li hundirê Sûriyê dike.

Rêbaza duyemîn jî, bi rêya şîreketên pevguherîna pereyan ên li derve ye ku bi rêya bazirganiyên li hundirê Sûriyê ne bi rê ve diçe, li  beramberî ku  nirxê şandina pere bixin hesabên wan bazirganan li derveyî welat.

Beşar Esed di Çileya 2020’an de biryarek da ku ji bilî lîreya Sûriyê bikaranîna pereyên din qedexe ye. Her wiha her kesê biryarê bin pê bike bac û ceza lê tên ferzkirin û digihîne karên giran bi dema 7 salan. Armanc ji van zext û biryaran ew e welatiyên Sûriyê neçar bimînin ku bi rêya Banka Navendî ya Sûriyê pereyan werbigirin.

‛DIZÎNEKE NÛ’

Çavdêran biryara Banka Navendî ya Sûriyê ya di vê dawiyê de rexne kir û ev tişt got: "Pereyên ji xizanan re tê 5 hezar derbas nake û dê bi awayekî pratîkî pere jê were qutkirin. Ji ber ku ferq di navbera nirxê bankê û sûka reş de heye. Di heman demê de pereyên ji dewlemend û bazirganan re tê zêdetirî 5 hezar dolar e û tu kes destê xwe naavêje wê û pere hemû bi dolar radestî wan dibin."

Bikarhînerên tevnên civakî têkildarî biryarê ev tişt gotin: "Ev hikumet e, diziyê bi rêya qanûnê rewa dike heta ku karê xwe biqedîne. Ev welatiyê mezin kî ye heta ku 5 hezar dolar jê re werin. Xelk bi 100 heta 200 dolar destekê dide xizmên xwe, lê  bi hezaran dolar ji dizên welat desteser kirin re ye." Her wiha hinên din jî gotin "Hikumetê sond xwariye ku cîhanê li ser me teng bike."

‛Lİ SER HESABÊ GEL XİZMETEKE Jİ BANKÊ RE YE'

Têkildarî mijarê aborînasekî ku ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe eşkere nekir û wiha got: "Biryara Banka Navendî ya Sûriyê bi nêrîna bankê biryareke rast e. Ji ber ku dikeve xizmeta bilindkirina asta yedekê ji pereyên biyanî ku dê di encamê de bibe destekê bide vegera îstîqrara lîreya Sûriyê. Lê bi nêrîna welatî ew biryareke şaş e. Ji ber ku li ser hesabê xizanan dikeve xizmeta dewlemendan."

'JI BER BIRYARÊ WÊ GELEK ALOZÎ DERKEVIN'

Aborînas da zanîn ku ji ber biryarê dê gelek alozî derkevin û dê welatî berê xwe bidin rêbazên derqanûnî ku pereyên xwe ji derve wergirin, mîna "radestbûna bi dest" û wiha domand: "Dibe ku nirxê pere yan jî hêza kirîna lîreya Sûriyê bi gelek qatan zêde bike. Ji ber xizan ku pereyan werdigirin kêmî 5 hezar dolar e û dizane ku pevguherîna pereyan bi nirxê fermî di sûka reş de wê zirareke mezin bighîne wan."

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de welatî digel zehmetiya jiyan û daketina lîreyê ku krîzeke aborî ya dijwar bi xwe re anî pişta xwe didin pereyên ku xizanên wan ji derve dişînin. Di encamê de welatiyên li wan herêman rûbirûyî zirarên mezin e ku krîz kembaxtir bûye.

Ji destpêka 2021’an ve hikumeta Şamê gelek biryar giran da, mîna bilindkirina bihayên sotemenî, kehrebe, nan, derman û piranî madeyên bingehîn bi gelek caran, dan. Bi wê re hin beşên civakê ji "destekdayîna hikumetê" hatin dûrxistin.

Têkildarî vê yekê aborînas ev tişt anî ziman: "Biryarên hikumeta Şamê tenê dikevin xizmetî kesên ev biryar dane. Hikumeta ne di xema xwestekên gel û welatiyên xizan de ye."

Li gorî raporên NY’yê, ji sedî 90 ji sûriyan di bin xeta xizantiyê de dijîn, li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de û bihayên debarê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 150 bilind bûye. Lê heqdestê karkeran û muçeyên karmendan 100 hezar lîreya Sûriyê û 200 hezar lîreya Sûriyê derbas nake anku di navbera 28 û 55 dolaran de ye.

(fr)

ANHA