​​​​​​​Tirkiye tengavên Bosfor û Dardanîl li pêş keşiyên leşkerî girt

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu piştî axaftina wî ya bi rêya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re, ragihand ku welatê wî dê nehêle keştiyên şer ên "dewletên bi ser beravên Deryaya Reş ve û yên ne bi ser wê ve" di tengavên Bosfor û Dardanîl re derbas bibin.

​​​​​​​Tirkiye tengavên Bosfor û Dardanîl li pêş keşiyên leşkerî girt
28 sibat, 2022   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavûşoglu wiha got: "Me hemû dewletên bi ser berav û yên ne ber ser Deryaya Reş ve agahdar kir ku keştiyên xwe neşînin ku di tengavên me re derbas bibin."

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Anadolê ya Tirkiyê, Çavûşoglu got: "Em li gorî peymana Montreux tev digerîn, mafê dewleta Tirk e bihêle kî di van tengavan re derbas bibe."

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken îro bi rêya telefonê bi wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu re axivî.

Dewleta Tirk hewl da li ser nakokiyên di navbera Rûsya û DYA’yê de bilîze, mîna çawa li Sûriyê, Lîbya û dewletên din kiriye û hewl da bi têkiliyên xwe yên bi Washingot û NATO’yê re girêdayî be bêyî ku Rûsya aciz bike.

Biryara dewleta Tirk a dawî li dijî gotina serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan e ku îro got welatê wî destekê dide serweriya Ukrayna ku xaka wê bi giştî yek e.

Her wiha her du şaneyên rûsî û ukraynî da zanîn ku danûstandinên wan di gera sêyemîn li bajarê Gomel ê Belarus bi dawî bû û destnîşan kir ku wan li ser gereke nû di demeke pir nêz û lez de li hev kir.

(fr)