Li Holê ji bo derxistina PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ 10 hezar îmze hatin komkirin

PYD`ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li navçeya Holê ya kantona Hesekê ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” 10 hezar îmze hatine komkirin.

Li Holê ji bo derxistina PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ 10 hezar îmze hatin komkirin
28 sibat, 2022   13:21
HESEKÊ

Li gelemperiya Kurdistanê û cîhanê kampanyayên ji bo derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" tên lidarxistin. Di 13`ê Kanûna 2021`an de Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî, kampanyeke navneteweyî bi heman armancê ragihandibû.

Ji 30 welatan zêdetirî hezar kesayetên navdar tev li kampanyayê bûbûn. Her wiha gelek parlamenter, akademîsyen, hunermend, siyasetmedar, nivîskar û çalakvan jî tev lê bûn.

Îro Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Holê ya Hesekê bi daxuyaniyekê encamên hemleya komkirina îmzeyan ragihandin.

Endamê PYD`ê Têlî El-Ehmed li pêşiya nivîsgeha partiyê û bi beşdariya endamên sazî û partiyan û rûspiyên eşîrên herêmê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Bi navê şêniyên navçeya Holê, bi armanca derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” me dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir. Ji ber ku dûrûtiya siyasî heye, her wiha faşîzma Tirk li dijî gelê Kurd sûcan pêk tîne û nasnameya wan înkar dike.”

PYD`ê eşkere kir ku 10 hezar îmze hatine berhevkirin û diyar kir ku dê hemle berfirehtir bibe.

Di dawiyê de PYD`ê banga derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” û bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û serbestberdana wî kir.

(eh)

ANHA