Şêniyên herêma Cizîrê banga radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê kir

Şêniyên herêma Cizîrê îro bi armanca şermezarkirina siyasetên PDK`ê û banga radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê, meşeke navendî li dar xist.

Şêniyên herêma Cizîrê banga radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê kir
Şêniyên herêma Cizîrê banga radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê kir
Şêniyên herêma Cizîrê banga radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê kir
Şêniyên herêma Cizîrê banga radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê kir
Şêniyên herêma Cizîrê banga radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê kir
Şêniyên herêma Cizîrê banga radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê kir
28 sibat, 2022   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyandibû ku hêzên PDK’ê di 28-29`ê Tebaxa 2021’an de kemînek daniye pêşiya komeke gerîla. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûbûn û gerîlayek jî dîl hatibû girtin.

Bi armanca şermezarkirina xiyaneta PDK`ê û ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê 5`ê Cotmeha 2021`ê çalakiya konvedanê li deriyê sînor  ê Sêmalkayê dabû destpêkirin . Çalakiyê 111 rojan dewam kir. Piştre Komîteya Amadekar bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê çalakiyên cuda li dar bixin.

Îro li navçeya Tirbespiyê ya  kantona Qamişloyê bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê daketin qadan. Xwepêşandêran siyasetên PDK`ê şermezar kirin û banga radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê kir.

Xwepêşandêr li pêşiya navenda Kongra Star a li Tirbespiyê kom bûn û wêneyên şehîdan û rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Meş li têketina navçeyê rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê daxuyaniyek hate dayîn

Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniyê de wiha got: "Em hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker û îstixbarata wê re şermezar dikin.”

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriya şoreşa azadiyê bikin, kiryarên PDK`ê û hevkariya wê bi Erdogan re eşkere bikin. Her wiha meclisê soza şopandina rêya şehîdan da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan jî derkevin û ev yek destnîşan kir: “Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û têkbirina xiyanetê em ê li qadan bin.”

(eh)

ANHA