​​​​​​​Li Şehbayê navendeke Yekitiya Jinên Êzidî hate vekirin

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi armanca birêxistinkirina civaka êzidî û jinên êzidî li kantona Şehbayê navendek vekir.

​​​​​​​Li Şehbayê navendeke Yekitiya Jinên Êzidî hate vekirin
​​​​​​​Li Şehbayê navendeke Yekitiya Jinên Êzidî hate vekirin
​​​​​​​Li Şehbayê navendeke Yekitiya Jinên Êzidî hate vekirin
28 sibat, 2022   13:37
ŞEHBA

Bi dehan endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî yên herêma Efrînê yên li Kampa Serdem a gundê Til Sosin ê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û tev li vekirina navenda Yekitiya Jinên Êzidî bûn.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso axivî û got: "Em vekirina vê navendê li civata êzidî pîroz dikin."

Sûad Hiso îşaret bi girîngiya vekirina navendê kir û got: "Armanca me ji vekirina navendeke li ser asta Rojava, ew e ku em ji dijminên hewldana qirkirina êzidiyan dikin, nexasim vîna jinên êzidî re bibêjin; dê neslê me bimîne û em rê nadin we hûn me qir bikin."

Sûad Hiso diyar kir ku sedema sereke ya vekirina navendê ew e ku dengên xwe bigihînin hemû jinên êzidî yên ku bi zilm û zordariyê re rû bi rû mane.

Piştî axaftin bi dawî bû, xwişka şehîd Qendîl Hesen, Zîlan Hesen deriyê navendê vekir.

Îsal li bajarê Helebê navenda Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava hate vekirin û tê payîn Adara bê li navçeya Tirbespiyê jî navendeke wê were vekirin.

(eh)

ANHA