​​​​​​​Dan û standinên Rûsya û Ukraynayê dest pê kirin

Dan û standin di navbera Rûsya û Ukraynayê de dest pê kirin. Her wiha wezîrên parastinê yên YE`yê ji bo gotûbêjkirina destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê civîneke awarte li dar dixin.

​​​​​​​Dan û standinên Rûsya û Ukraynayê dest pê kirin
28 sibat, 2022   12:22
NAVENDA NUÇEYAN

Ofîsa serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky diyar kir ku armanca sereke ya dan û standinên bi Rûsyayê re ragihandina agirbestê ye û kişandina hêzên Rûsyayê ji welêt e.

Şêwirmendê Kremlînê Vladimîr Medinsky jî got Moskov dixwaze bi Kîevê re bigihêje lihevkirinekê.

Li gorî ajansa TAS a Rûsyayê hemwextî wê nûnerê karên derve yê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell civîneke awarte ya wezîrên parastinê ya YE`yê li dar dixe da ku destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê nîqaş bikin.

Borrell li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivisî: “Wezîrên parastinê dê pêdiviyên Ukraynayê nîqaş bikin. Em ê bi rêya navendekê alîkariyan pêşkêş bikin.”

(şx)