​​​​​​​Di topbarana li ser gundên Minbicê de welatiyek birîndar bû

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şêniyekî gundê El-Tuxar ê Minbicê di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûye.

​​​​​​​Di topbarana li ser gundên Minbicê de welatiyek birîndar bû
28 sibat, 2022   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku îro saet di 08:00`an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El-Tuxar ê li bakurê Minbicê bi 7 topan kir hedef. Di encamê de welatiyek birîndar bû.

Her wiha navendê eşkere kir ku sekvanên dewleta Tirk a dagirker korîdora Ewn Dadat a li bakurê Minbicê kiriye hedef.

(şx)

ANHA