Kuştina Olof Palme û encamên wê

Siyasetmedar û serokê Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê Mehmed Demîr got bi kuştina Olof Palme re Kurd li Almanya û Swêdê bê sempatî man û bi vê yekê xwestin PKK’ê li ber çavên raya giştî ya Ewropayê teşhîr bikin.

Kuştina Olof Palme û encamên wê
28 sibat, 2022   08:37
FIRAZ BARAN - BELÇIKA

Şeva 28’ê Sibata sala 1986’an serokwezîrê Swêdê Olof Palme hat kuştin û ji ber kuştina wî PKK hat tawanbarkirin.

Di vê derbarê de siyasetmedar Mehmet Demîr wiha dibêje: "Bi kuştina Palme re li Almanya û Swêdê sempatiya ji Kurdan re nema. Heta wê rojê sempatiya ji PKK’ê re li Almanyayê xurt bû. Mînak, hin parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat (SPD) di dema serlêdana penaberiyê de alîkariya hin nûnerên PKK’ê kir. Ji bo meş, şev, civîn û çalakiyan alîkariya Kurdan dikirin. Lê belê piştî kuştina Palme, dilxwaz û endamên PKK'ê wek sûcdar nîşanî raya giştî dan. Televîzyon û rojnameyên Almanyayê digot Palme bi destê PKK’ê hatiye kuştin. Wê demê gelek Kurdan jî, bi taybetî Kemal Burkay, karekî wiha terorîstî xist stûyê PKK’ê.”

Di salên pêş de derket holê ku Olof Palme ji aliyê kesekî swêdî ve ku bi îstixbaratê re dixebitî, hatiye kuştin. Lê di sala 1986’an de dewletên Swêd, Almanya û Tirkiyê ragihand ku "berpirsê bûyerê PKK ye." Piştre rê li ber serdegirtina malên Kurdan û cezayê girtîgehê vekirin. Li Almanya û Swêdê bê hejmar neheqî li kurdistaniyan, bi taybetî jî li endam û alîgirên PKK’ê kirin.

Kuştina Olof Palme û sucdarkirina PKKê zirareke mezin da wê partiyê û doza Kurdistanê. Em dikarin van ziyanan wiha bi pênc xalan rave bikin:

1- Serokwezîr Palme alîgirê çareserkirina pirsgirêkên Kurdan yên hiqûqî-netewî û siyasî bû. Bi vê kiryara hovane re Kurdan kesekî alîgirê demokrasiyê wenda kirin ku dizanî hebûna wan tê înkarkirin. Di cîhaneke bêpiştgirî de, piştgîriya serokwezîrekî Rojavayî ji bo Kurdan girîng bû.

2- Çalakî û xebat li welatên Skandînavyayê li ber PKK’ê hatin girtin. Êdî ji wir û şûn de wekî ku li wan welatan parastina PKK’ê wek “parastina terorîstan” hatibû pênaskirin.

3- Di salên 1980’yî de gelek nivîskar, lêkolîner, rojnamevan û rêxistinên Kurdan li welatê Swêdê kom bûbûn. Êdî têkîliyên wan tevî PKK’ê xerab bûn û zêdebarî wê jî têkilî û tifaqên muhtemel bi yekcarî ji holê rabûn.

4 -Piştî Palme hêzên çep ên ewropî têkiliyên xwe bi PKK’ê re sist û hinekan jî qut kirin. Wan agahî û antîpropagandeyên dewletan bawer kirin û di wê baweriyê de bûn ku PKK’ê Palme kuştiye.

5 - Piştî kuştina Palme di raya giştî ya Ewropayê de PKK wek terorîst hat pênasekirin. Îcar pirs ev e: Ger di rewşeke wiha de rojname û televîzyon her roj bi vî rengî weşanê bikin, yê raya giştî çi bifikire? Ger hûn bala xwe bidinê, ew kesê ku Palme kuştiye bi salan hate veşartin. Bi salan kujerê wê kiryara terorîstî eşkere nekirin. Ji ber ku dixwestin sazî, rêxistinên sivîl ên civakî û gelên ewropî bi şik nêzî PKK’ê bibin.

Siyasetmedar û serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê Mehmed Demîr di dawiyê de got bi kurtasî kuştina Olof Palme astengiyên zêde li ber doza gelê Kurd çêkirin.

ANHA