​​​​​​​Cezayên li ser Moskovê zêde dibin

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê ragihand ku şandeya Ukraynayê gihaşte Belarûsê da ku dest bi dan û standina bi şandeya Rûsyayê re bike. Her wiha cezayên li ser Moskovê zêde dibin.

​​​​​​​Cezayên li ser Moskovê zêde dibin
28 sibat, 2022   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa RIA Novostî ya Rûsyayê ragihand ku şandeya Ukraynayê gihaşt Belarûsê û tê payîn ku dan û standin îro dest pê bikin.

Girêdayî heman mijarê berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ragihand ku serokê Belarûsê Aleksander Lukashenko piştî dan û standina bi Zelensky re, ji Pûtîn xwestiye ku şandeya Rûsyayê ji Belarûsê nekişîne da ku dest bi dan û standinên bi Ukraynayê re bike.

Li aliyekî din ajansê agahiyên xwe spartin Wezareta Parastinê ya Rûsyayê û ragihand ku Rûsyayê qada hewayî ya Ukraynayê bi giştî kontrol kiriye û artêşa Rûsyayê heta niha hezar û 114 baregehên leşkerî yên Ukraynayê rûxandine.

Wezaretê vê sibê şêniyên Kîevê agahdar kiribû ku bi rêya korîdoreke ewle jê derkevin.

Li gel cezayên ku dewletên rojavayî li dijî Rûsyayê ferz kirine, Vladimîr Pûtîn duh pergala nukleerî ya Rûsyayê xiste dewrê.

Li gorî Reutresê Koşka Spî a DYA’yê jî got serokê DYA’yê Joe Biden dê îro bi hevalbendên xwe re bi rêya telefonê biaxive da ku helwesteke hevgirtî nîşan bidin.

NY`yê jî ragihand ku derdora 400 hezar sivîl revîne welatên cîran.

Berpirsekî payebilind ê amerîkî jî got Rûsyayê bi zêdetirî 350 moşekan binesazî kiriye hedef.

Berdevkê serokê Ukraynayê duh bi rêya telefonê bi serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson re axivî û got 24 saetên bê dê ji bo Ukraynayê krîtîk bin.

CEZAYÊN LI SER RÛSYAYÊ

Heta niha gelek cezayên siyasî û aborî li şîrketên Rûsyayê hatine ferzkirin û di encamê de nirxê ruble li beramber dolar ji sedî 30 daket. Girêdayî wê Banka Navendî ya Rûsyayê faîz ji sedî 20 zêde kir.

Japonya û Koreya Başûr jî ragihand ku dê bi hev re nehêlin gelek bank çalakiyên SWIFT’ê bi Rûsyayê re bikin. Koreya Başûr dê hinartina madeyên stratejîk ji ser Rûsyayê qut bike.

Rojnameya Straits Time jî diyar kir ku Singapore hewl dide cezayan li Rûsyayê ferz bike.

YE`yê jî di dîroka xwe de cara yekemîn biryar da ku çekan bişîne dewleteke din ku di şer de ye û soza pêşkêşkirina balafiran jî da Ukraynayê.

Almanyayê ku xeta boriyên gazê di bin deryayê de cemidand, got dê lêçûna parastinê zêdetir bike. Her wiha Cezaîrê ragihand ku ew amade ye gazê bigihîne parzemîna Ewropayê heke destwerdana leşkerî ya Rûsyayê bandor li jêderên enerjiyê yên li Ewropayê bike.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von Der Leyen ji Euronewsê re got ew piştgiriyê didin endamtiya Ukraynayê û got: “Ew ji me ne.”

YE`yê asîmanê xwe li hember firîna balafirên Rûsyayê girt. Di encamê de şîrketa Rûsyayê Aeroflot neçar ma ku hemû rêwîtiyên xwe heta demeke nediyar taloq bike.

(şx)