Rojnameyên erebî: Koordîneya Îsraîl û Rûsyayê têkildarî Sûriyê berdewam e

Rojnameyên erebî vê sibê der barê têkiliyên Rûsya û Îsraîlê li Sûriyê, serdana Helbûsî û hevbendiya El-Ezem a Tirkiyê û kar û barên Lîbyayê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Koordîneya Îsraîl û Rûsyayê têkildarî Sûriyê berdewam e
Rojnameyên erebî: Koordîneya Îsraîl û Rûsyayê têkildarî Sûriyê berdewam e
Rojnameyên erebî: Koordîneya Îsraîl û Rûsyayê têkildarî Sûriyê berdewam e
28 sibat, 2022   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

`PÛTÎN Û BENNETT LI SER DOMANDINA KOORDÎNEYÊ LI SÛRIYÊ LI HEV KIR`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Piştî peywendiya bi rêya telefornê di navbera serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett û serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn de ku behsa têkiliyên dualî, şerê li Ukraynayê kirin, balyozxaneya Rûsyayê ya li Til Evîvê ragihand ku koordîneya ewlehiyê li Sûriyê di navbera her du welatan de dê berdewam bike.

Îsraîl ji bo ku hevsengiya bi Rûsyayê re li Sûriyê bin pê neke, helwesteke ji ya dewletên rojavayî nermtir li hember herekata leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê nîşan da. Rûsya rexne nekir. Tev li cezayên rojavayî yên li dijî Rûsyayê nebû û li NY`yê jî ev tevgerên Rûsyayê şermezar nekir.

Li gorî analîzvanê leşkerî Yoav Limor yê rojnameya Hayom, rêveberên leşkerî li herekatên Rûsyayê li Ukraynayê dinêrin ku divê Îsraîl sûdê jê bigire. Ji ber ku metirsî hene pergala ewlehiyê ya cîhanê xirabtir bike.”

`DOSYAYA PÊKHATEYA SUNNÎ YA IRAQÊ DI DESTÊ SEROKÊ ISTIXBARATA TIRKIYÊ HAKAN FÎDAN DE YE`

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Pêşwazîkirina serokkomarê Tirkiyê ji serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û serokê Hevbendiya "Ezim" Xemîs El-Xencer re, îşaret bi girîngiya ku Enqere dide têkiliya bi pêkhateya sunnî re dike û êdî dosyaya dan û standina bi vê pêkhateyê re bi destê istixbarata Tirkiyê ye.

Rumxî ku serokatiya Tirkiyê behsa xwezaya hevdîtinê nekir, lê ji daxuyaniya ofîsa El-Helbûsî diyar bû ku her du alî dê hevkariyê di warên ewlehî û istixbaratî de bikin. Ev jî nîşan dide ku Hakan Fîdan di hevdîtinê de hebû.

Serokê istixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan nêzî serokkomarê Tirkiyê ye. Ji bo birêvebirina dosyayên siyasî û ewlehiyê yên hesas li Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê hatiye erkdarkirin. Her wiha çavdêriya tirkên li derve dike.”

` LIBYAYÎ ÎRO LI BENDA CIVINA PARLAMENTOYE NE`

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Lîbyayî li benda lidarxistina civîna parlamentoyê ne ku tê payîn sazûmaniya hikumetê ya serokê erkdarkirî Fethî Başaga nîqaş bike. Serokê parlamentoyê lidarxistina civînê li avahiya meclisê ya li Tebreqê ragihand. Hemû li benda civînê ne ku dê çi encaman bi xwe re bîne. Lê pê re pirsnîşanên têkildarî pêşeroja aloziya siyasî li welêt derdikevin pêş.

Di heman demê de, serokê hikumeta Wehda El-Wataniye Ebdulhemîd El-Debîbe dîsa radestkirina desthilata rêveber red û got dê tenê desthilatê radestî hikumeteke hilbijartî piştî hilbijartinan bike. Her wiha bang li pêwîstiya vekirina daîreya destûrî ya dadgeha bilind kir da ku lîbyayî li dijî tedbîrên meclisa parlamentoyê gilî bikin. Her wiha bang li desthilata dadwerî kir ku piştgiriya gel bikr.”

(şx)