​​​​​​​Li Til Temir ji bo derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" zêdetirî 22 hezar îmze hatin komkirin

Têkildarî derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê", PYD`ê diyar kir ku li navçeya Til Temir zêdetirî 22 hezar îmze kom kirine û li ser vê yekê, bang li YE û DYA`yê kir ku navê partiyê ji lîsteyê derxin.

​​​​​​​Li Til Temir ji bo derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" zêdetirî 22 hezar îmze hatin komkirin
27 sibat, 2022   13:26
HESEKÊ

Ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi taybetî ji “lîsteya terorê” ya DYA û Yekitiya Ewropayê (YE) bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’ê Kanûnê de kampanyayek hate destpêkirin. Têkildarî mijarê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Navçeya Til Temir bi daxuyaniyekê encamên komkirina îmzeyan ragihand.

Endamê rêveber ê Meclisa PYD`ê Idrîs Namo daxuyanî li pêşiya Meclisa Navçeyê xwend.

Di daxuyaniya PYD`ê de ev hate destnîşankirin: "Bi navê pêkhateyên Til Temir ên Kurd, Ereb û Asûr, me bi armanca derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” dest bi komkirina îzmeyan kir, ji ber ku dewletan ev yek ji bo razîkirina Tirkiyê pêk anîn.

Em ê xebatên xwe ji bo komkirina îmzeyan berdewam bikin heta ku navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” bê derxistin.

Ji bo aştî û demokratiyê û mafên mirovan, em bang li YE û DYA`yê dikin ku navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” derxin.

Di çarçoveya kampanya derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” de li Til Temirê zêdetirî 22 hezar îmze hatiye komkirin.”

(eh)

ANHA