​​​​​​​Di topbarana li dijî gundê Afes ê rojhilatê Idlibê de 2 kes hatin kuştin

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êrişî gundên Afes ê rojhilatê Idlibê kir ku gelek nuqteyên artêşa Tirk lê hene, di encamê de du kes hatin kuştin û du jî birîndar bûn.

​​​​​​​Di topbarana li dijî gundê Afes ê rojhilatê Idlibê de 2 kes hatin kuştin
27 sibat, 2022   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê îro bi moşekan êrişî gundê Afes ê rojhilatê Idlibê kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li gundê Afes gelek nuqte û baregehên artêşa Tirk a dagirker hene.

Hêzên hikumeta Şamê beriya niha jî bi moşekan êrişî herêmên Fitîre, Bînîn, Filêfil, derdora Bare, çiyayê Zawiyê kiribû, hemwextî wê balafirên keşfê yên Rûsyayê li asmanê çiyayê Zawiyê û Sehil El-Xab geriyabûn.

(eh)