Pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn a Kobanê di roja duyemîn de berdewam e

Pêşangeha şêwekariyê ku Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi dirûşma “Keskesora Miştenûrê sirûdên azadiyê dixemlîne” li Kobanê vekiriye bi pêşandina tabloyan berdewam dike.

Pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn a Kobanê di roja duyemîn de berdewam e
27 sibat, 2022   13:07
KOBANÊ

Pêşangeh li hola Firatê ya bajarê Kobanê hate lidarxistin û tê de bi dehan tabloyên 19 şêwekarên ciwan hatin pêşandan, çavdêrê pêşangehê wênexêz Mihemed Şahîn e.

Duh şêwekar Mihemed Şahîn ji ajansê re wiha axivîbû: "Armanc ji vekirina pêşangehê; parastina çanda kurdî û teşwîqkirina hunermendan e ku behreyên ciwanan bi pêş kevin."

Di roja duyemîn de, bi dehan şêniyên bajarê Kobanê, endamên saziyan û Desteyên Herêma Firatê serdana pêşangehê kirin.

Di pêşangehê de 70 tabloyên şêwekarên ciwan hatin pêşandan. Di van tabloyan de bandora şer li civakê bi giştî û li ser jinan bi taybet, rola jinan di Şoreşa Rojava de, nexasim şervanên YPJ. Her wiha tabloyan foklora kurdî ya kevnar û bedewiya xwezayê hate diyarkirin.

Li bajarê Kobanê ev pêşangeha sêyemîn e ku li dar dikeve û tê payîn ev pêşangeh heta sibê berdewam bike.

(eh)

ANHA