ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-02-2022
26 sibat, 2022   00:00

-Şêniyên Hesekê şehîdên meha Sibatê bi merasîmekê li Navenda Serdem a Çandê bi bîr tînin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 8'ê Adarê saziyên Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê beşdarî pêngava çanda daran û çalakiyên cuda li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi wesîleya 8'ê Adarê, Komîteya Jîngehê ya Kongra Star li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo daxuyaniyê dide û pêngava belavkirina û çandina daran radighîne, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê de, Kongra Star a bajarê Kobanê daran diçîne, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Akademiya Şehîd Yadê Aqîde ya li bajarokê Rimêlan dewreya perwerdeyê ya taybet bi mêran bi dawî dibe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyên Qamişloyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê pêk tên û got li hemberî van êrişan divê gelê herêmê xwe bispêre yekitiya xwe û şerê gel ê şoreşgerî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji herêmên cuda yên Sûriyê sûdê nêzî 20 hezar malbat sûdê ji biryara qedexekirina kirê yan jî îpotekkirina xaniyên vala yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê werdigirin, ew biryareke nimûne ye û armanca wê alîkariya koçberan,  kesên xizan were kirin ku cih û mal bê pere ji wan re werin peydakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Temirê û koçberên li wir diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî welatiyan û binsaziya navçeyê rojane ne. Hevseroka meclisa navçeyê got, dagirker bi van êrişan hewl didin nasnameya herêmê ji holê rakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Pêşangeha Sêyemîn ya Hunera Şêwekariyê li hola Firatê ya bajarê Kobanê vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Bêrîvan Îsmaîl got çavkaniya terorê dewleta Tirk e û destnîşan kir ku êdî dem hatiye navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" were derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li Viyanyayê di navbera Îran, mûzakerevanên rojavayî û Amerîka de diyalog li dar ketin. Amerîka rasterast beşdarî van diyalogan nebû. Pisporê kar û barên Îranê Hanî Silêman diyar kir ku nîşaneyên mezin hene ku dibe binpêkirin û vejandina peymanê çêbibin û got, dibe ku ev peyman qonaxî û nû be. (BI WÊNE).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşgera a Sûriyê, pêşbireke çandî û zanistî li navenda xwendekaran a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 13:00'an.

CIVAK Û JIYAN

- Li Dêrikê piştî gelek hewldan û guhertinan, pirsgirêka çopê bi temamî hate çareserkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA