​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 20 hezar malbat bê pere hatin bicihkirin

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nêzî 20 hezar malbatên ji herêmên cuda yên Sûriyê sûdê ji biryara qedexekirina kirêkirin an îpotekkirina xaniyên vala werdigirin.  Ew biryareke nimûne ye û armanca wê alîkariya koçberan,  kesên xizan were kirin ku bê pere mal ji wan re were peydakirin.

​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 20 hezar malbat bê pere hatin bicihkirin
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 20 hezar malbat bê pere hatin bicihkirin
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 20 hezar malbat bê pere hatin bicihkirin
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 20 hezar malbat bê pere hatin bicihkirin
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 20 hezar malbat bê pere hatin bicihkirin
26 sibat, 2022   06:54
HELEB-MIHEMED EBDO

Mijara kirê yan jî peydakirina xaniyan ji bo gelek dewlet an jî aliyên hewl didin bi rêya komeleyên hevkarî yan jî sazkirina qanûnan cih ji welatiyên xwe re  peyda bikin pirsgirêkeke.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ev rewş cuda ye. Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biryar da  ku nabe welatî malên vala bi kirê an jî berdêl bidin. Heya niha biryareke bi vê rengî li tu devrên Sûriyeyê nehatiye pêkanîn.

Li gorî meclisa giştî, armanc ji vê biryarê ew e ku mal bê pere ji welatiyên ku ji cihê şer koçber dibin û kesên ku debara jiyanê têra wan nake re werin peydakirin û barên aborî li ser wan werin sivikkirin. Ev biryar bi erêkirina hemû nûnerên pêkhateyên her du taxan hat dayîn, nemaze ku krîz û şerê li Sûriyê rewş zehmettir kir.

Di encama şer û êrişên tund li dijî Helebê de, pêleke koçberiyê mîna taxên din ên Helebê çêbû û gelek mal ji welatiyên wê vala bûn. Piştre ev mal bûn cihê welatiyên ji hundirê bajêr û derveyî wê, nemaze piştî têkbirina çeteyên artêşa Tirk a dagirker di 2016’an de ji taxên rojhilatê Helebê.

ZÊDETIRÎ 20 HEZAR MALBAT BÊ PERE HATIN BICIHKIRIN

Girêdayî mijarê, endama rêveber a Nivîsgeha Peymanên Xaniyan a Şaredariya Gel a Helebê Emîra Elî got, ji dema ku krîza Sûriyê dest pê kiriye ve, hejmara kesên sûd ji vê biryarê, girtine ji 31 malbatên gihaşt zêdetirî 20 hezarî ku li taxê, her wiha piranî koçber ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî yan jî "yên neewle" ne.

Li gorî serjimariyeke berê ya Nivîsgeha Peymanên Xaniyan a Şaredariya Gel a Helebê, hejmara welatiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nêzî 200 hezar e, piranî şênî ji Kurd, kurdên êzidî, pêkhateyên Ereb û Suryan in.

Beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê birêxistinkirî ye. Hemû mal û milkên tê de xwedî belgeyên fermî ne, lê beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê muxalif e. Tu belgeyên fermî yên xwediyên malan tune ne.

Emîra Elî îşaret bi sedemên koçberiya ber bi taxê ve kir û got ji ber ku ewlehî û îstîqrar li taxê heye, derfetên kar hene, tê de nêzî 500 avahiyên pêşesazî yên taybet bi çêkirina cil û bergan hatine vekirin.

Li aliyekî din jî koçberê ji Efrîna dagirkirî yê bi navê Zeîm Îbrahîm spasiya Nivîsgeha Peymanên Xaniyan wiha got: "Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê, ez koçber bûm û li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi cih bûm. Niha di malekê de bi cih bûme ku komînê bê pere daye min."

Îbrahîm da zanîn ku peydakirina malan ji koçber û penaberan re gaveke baş e û wiha domand: "Nemaze ku derfetên me yên kirêkirinê tune ne. Ji ber kirêya malan li taxên di bin kontrola hikumeta Şamê de biha ne. Li hin taxan kirêya malan 100 lîreyên Sûriyê hezar derbas dike."

BELGEYÊN PÊWÎST Û SEDEMÊN BIRYARÊ

Endama rêveber a Nivîsgeha Peymanên Xaniyan Emîra Elî aliyên qanûnî, belge û tedbîrên pêwîst ên radestkirin û wergirtina malan şîrove kir û diyar kir ku ev yek jî bi rêya peymanan pêk tê û dabeşî gelek beşan dibe, ji wan peymanên demkî ku salane tên nûkirin û yên din jî yên daîm ji xwediyên wan re ne.

Emîra Elî li ser dayîna malan bê pere got ew yek bi awayekî dîsplînkirî û hin tedbîran tê kirin da ku mafê xwediyê malê û kesên ku lê bi cih dibin werin parastin.

Komîteya peymanan jî xwe dispêre biryara komîteyekê ku ji komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye avakirin. Di biryarê de tiştên li malê heyî tên tombarkirin da ku radestî xwediyê xanî were kirin dema ku vegere mala xwe.

Li gel wê, komîn "belgeyeke danasînê" dide ji agahiyên li ser kesê daxwazname pêşkêş kiriye da ku malekê bê pere, du wêneyên kesayetî, peymana zewaca malbatê heger hebe pêk tê.

Her wiha divê du wekîl ji şêniyên resen ên taxê bin hebin. Piştî belge temam dibe, pêşkêşî komîteya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn tê kirin. Da ku ew jî ji aliyê ewlehiyê ve lêkolînê bike.

Lê dema xwediyê resen vegere, komîteyên nivîsgehê bi rêya belgeyên milkiyetê û du şahidan ji niştecihên resen ên taxê piştrast dike. Heger piştrasat bû ku ew xwediyê rast ên xanî ye muhleta du hefteyan dide kesên di xanî de hatiye bicihkirin heta ku xanî vala bike û malek din jê peyda dikin.

Li gorî Emîra Elî, heger niştecih hin sererastkirin di malê de çêkiribin, wê demê komîna taxê komîteyekê ji 3 kesan heta 5 kesan ava dike, li kêlek wê jî divê pisporekî nirxê lêçûnê diyar bike, hebe. Xwediyê malê jî lêçûnên sererastkirina malê dide.

Emîra Elî diyar kir ku ew malan didin her malbatekê ku zirar ji ber şerê Sûriyê dîtine ku tê îsbatkirina ku ew ji ber sûcên leşkerî yan jî dagirkeriyê koçber bûne û wiha pê de çû: "Malbat ji hemû herêmên Sûriyê li taxê hene, ji wan jî parêzgeha Idlibê ya di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye."

'ALÎKARÎ Jİ XWEDİYÊN PEYMANAN RE TÊ DAYÎN'

Li aliyekî din jî rêveberiya sivîl a Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku niştecihên peymanên bicihbûnê li taxê wergirtine bi awayekî otomatîk alîkariya wan tê kirin; rojane bi rêya komînan  tûreke nan bi bihaya 200 lîreyên Sûriyê werdigirin, ku bihaya rasteqîn a her tûreke nan digihîne 7 qatan.

Her wiha salane bermîlek mamost bi 65 hezar lîreya Sûriyê li her malbatekê tê belavkirin, lê di sûka reş de bihaya wê 660 hezar lîreyên Sûriyê ye, her wiha cereyên gazê bi rêya tomarkirina di şaredariya gel de bi bihaya 32 hezar û 500 lîreya Sûriyê tê belavkirin, lê di sûka reş de bi 75 hezar lîreyên Sûriyê ye.

‛MAL DI DESTPÊKÊ DE JI XIZMÊN XWEDIYÊ MALÊ RE NE’

Emîra Elî diyar kir ku di radeya yekemîn de mafê xwediyê xanî heye ku xanî bide xizmê xwe ku lê bi cih bibe, bi şertê ku xaniyek wî li taxê an derveyî wê tune be. Emîra da zanîn ku divê peymana kirêkirina xaniyên ku tê de dijîn bînin, eger ew li taxên di bin kontrola hikûmeta Şamê de dijîn.

Emîra Elî destnîşan kir ku daxwaznameya çi kesekî mala wî li taxên di bin kontrola hikumeta Şamê de hebe yan jî kirêkiribe, nayê qebûlkirin, her wiha kesên gefên ewlehî û aştiya hundirîn li van taxan dixwin jî nayên qebûlkirin.

Endama rêveber a Nivîsgeha Peymanên Xaniyan Emîra Elî di dawiyê de, bang li tevahî kesên serî li wan didin kir ku bi nivîsgehê re hevkar bin da ku alîkariya wan bikin û malan ji wan re peyda bikin.

Şaredariya gel  tevî komîteyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di demeke berê de dest bi pêngava paqijkirina hemû malên şêniyên wê koçber bûne yan jî di dirêjahiya salên şer de li derveyî taxê ne û heta niha vengerîne, kir, weke gaveke sivîkkirina barê li ser niştecihan.

(fr)

ANHA