​​​​​​​Gelo wê vejandina peymana nûkleerê ya Îranê bi ser bikeve?

Li Viyanyayê di navbera Îran, mûzakerevanên rojavayî û Amerîka de diyalog li dar ketin. Amerîka rasterast beşdarî van diyalogan nebû. Pisporê kar û barên Îranê Hanî Silêman diyar kir ku nîşaneyên mezin hene ku dibe binpêkirin û vejandina peymanê çêbibin û got, dibe ku ev peyman qonaxî û nû be.

​​​​​​​Gelo wê vejandina peymana nûkleerê ya Îranê bi ser bikeve?
26 sibat, 2022   04:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel xuyabûna nîşaneyên erênî derbarê gihiştina lihevkirinekê li ser dosyaya nûkleerê ya Îranê de, Tehran bi şertê xwe ve girêdayî ye ku li Viyanayê bang li aliyê danûstandinên nûkleerî kir ku "Biyarên diyarker" bide da ku bigihêjin lihevkirineke dawî. Bi vê re nêzîk bûye ku danûstandin bi rêya lihevkirineke hevpar bi dawî bibe.

Sermuzakerevanê nûkleerê yê Îranê Elî Bagrî Kanî 24'ê Sibatê di twîttekê de got, divê hevkarên rojavayî di danûstandinên nûkleerê de "biryarên diyarker" bidin da ku bigihêjin lihevkirinekê û got: "Em nêzî xeta dawî bûn, lê garantî tune ne ku em wê derbas bikin."

Her wiha got: "Ji bo avêtina gava dawî, hişyariyeke zêde, israreke mezin, afirîneriyeke zêde û nêzîkatiyeke hevseng hewce dike."

Daxuyaniyên erênî ji aliyên muzakerekerên li Viyanayê ve hatin dayîn serkeftina di dosyaya nukleerê de û îhtîmala vejandina rêkeftinama nukleerê ya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de piştrast kirin.

27'ê Kanûna borî, gera 8'emîn a danûstandinên  vegerandina peymana nûkleerê di navbera Îranê û hêzên cîhanê de dest pê kir ku di sala 2015`an de hatibû îmzekirin.

Piştî ku demekê danûstandin hatin rawestandin, 8'ê vê Sibatê li paytexta Awusturya Viyanayê  careke din di navbera Tehran û welatên rojavayî de dest pê kirin.

Danûstandin ber bi qonaxa xwe ya dawî ve diçin û cîhan li benda vejandina peymaneke nû ye ku dawî li aloziya dosya nûkleerê ya Îranê bîne, nemaze piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullahiyan li ser îmkana gihîştina peymanekê di nav çend saetan an rojên nêzîk de di danûstandinên li Viyanyayê de axivî ku eger welatên rojava însiyatîf û nermbûn nîşan bidin û diyar kir ku "alî tu carî, wekî ku niha nêzî îmzekirina peymanekê di vî warî de nebûne."

NÎŞANE HENE KU GIHIŞTINA LIHEVKIRINEKÊ NÊZÎK BÛYE

Li ser mijarê pisporê karûbarên Îranê û lêkolînên kendavê Hanî Silêman ji ANHA'yê re got: "Tevî ku hin nakokî hene û mijarên binakok di navbera aliyên cûda de hene, lê gelek nîşane hene teqez dikin ku gihiştina lihevkirinê û vegerandina peymana nûkleerê bi awayekî nû nêzîk bûne. Lê hefteya borî gelek sînyal, daxuyanî û axaftin li ser pêşketineke mezin derbarê hebûna peymanekê  de hatin kirin, heger peymaneke nû be yan jî temamkirina lihevkirinên berî ne. Di dawî de em dibînin ku nêzîkbûneke di navbera Amerîka û aliyên rojavayê li aliyekî û Îran li aliyekî din de heye."

Hanî Silêman anî ziman ku sînordarkirina mijara Îranê tenê di peymana nûkleerê de şaştiyeke mezin e û wiha pê de çû: "Ji ber ku ev nêzîkatî dê aramiya tam pêk neyne, lê wê valahî û pirsgirêkeke mezin derkeve holê, nexasim ku mijarên girîngtir wek mûşekên balîstîk, nêzîkatiyên Îranê yên herêmî, peywendiyên wê bi cîranan û milîsên wê re nayên gotûbêjkirin ku esasê aramî û bêaramiyê ne."

PEYMANEKE NÛ Û QONAXÎ

Hefteya borî çavkaniyên agahdar ên di rêveberiya Amerîkayê de eşkere kiribûn ku danûstandinên li ser bernameya nûkleerê ya Îranê heta dawiya vê mehê (Sibata 2022) li pêşiy wê ye ku were çareserkirin.

Tora CNN li ser zimanê sê berpirsên amerîkî got: "Eger peyman di dawiya meha Sibatê de, bi danûstandinên li Viyanayê neyê rizgarkirin, Washington dê neçar bimîne rêya xwe biguhere."

Her wiha ragihand ku berpirsekî payebilind di rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden de piştrast kir ku ev gera diyarker e", di heman demê de berpirsekî din jî got ku "Tiştek bi Îranê re bi ti awayî li ser xeteke rast naçe, lê Washington gihîştiye qonaxeke diyarker."

Têkildarî senaryoyên muhtemel ên peymana nûkleerê Hanî Silêman wiha axivî: "Dibe ku ev peyman were astengkirin, di encamê de wê aloziyên nû û domdar hebin. Her wiha dê cezayên aborî hebin an jî wê Îran li rêbazên xwe û karînên xwe vegere û milîsên xwe bi kar bîne da ku bêîstiqrarî li herêmê çêbike û dest bide keştî û navîgasyon û mijarên wekî din, paşê berê xwe bide mijarên girêdayî geşkirina uranyumê û projeya wê ya nûkleerê, lê ev meyl hinekî paşketiye û di vê demê de ne mumkin e.

Aliyê din gihaştina peymaneke tam û giştgîr e ku li ser bingehê lihevhatineke tam e, ez difikirim ku ev yek pir zehmet e, lê dibe ku peymaneke nû hinekî demkî hebe. Serokwezîrê Îsraîlî Naftali Bennett behsa vî tiştî kiribû. Her wiha wê di vê peymana nû de hin xalên bingehîn hebin ku dê li ser were lihevkirin. Xala herî girîng fikra rakirin û kêmkirina cezayên li ser bankan, hinardekirina petrolê û cezayên li dijî gelek kesayetên Îranê ye.  Hezar û 600 ceza hene û behsa rakirina hezar û 400 cezayan û berdewamiya cezayên girêdayî mafên mirovan û hin mijarên taybet ên girêdayî hin kiryarên bi piştgiriya Hemasê dikin. Ez dibînim ku ew ê ji bo Îranê hinekî karekî hevsengî be ku qebûl bike."

Silêman bi domdarî got: "Axaftina li ser rakirina cezayan li banak, veguhestina sermaye û hinardekirina petrolê, vegerandina Îranê bo zengînkirina uranyumê ji %3.67 piştî ku gihîşt ji sedî 60 hene. Her wiha têkildarî bikaranîna santrîfujan û kêmkirina hejmara wan, rawestandina bikaranîna santrîfujên nifşê şeşem û hin mijarên din ên girêdayî çavdêriya li ser sazgeha Fordow û hin çalakiyên din ên nûkleerê axaftin hene. Ev yek dê bibe sedem ku Îran bernameya xwe ya nûkleerê bidomîne, lê wê li gorî şert û mercên herî kêm be."

Hanî Silêman da zanîn ku dibe ku serkeftina peymanê di vê demê de demkî be û wiha pê de çû: "Ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwaze bi kêmanî rola Îranê yan jî metirsiya Îranê bi awayekî demkî bêbandor bike û xwe ji bo krîza Ukraynayê vala bike, her wiha rûbirûyê bandora Rûsyayê bibe û rê li nêzîkbûneke rûsî-îranî di vê demê de bigire. Ji ber ku nêzîkabûna herdu aliyan di wate û têgeha xwe ya berfireh de bandor û hêza Amerîkayê pêk nayîne. Dibe ku serkeftineke kalîte ji bo Îranê  li ber çavê raya giştî li hember Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên rojavayî hebe."

'ÎRAN WÊ SÛDÊ JI PEYMANÊ BIGIRE'

Silêman anî ziman ku ev peyman wê bi awayekî mezin li gorî berjewendiyên Îranê be û got: "Ji ber ku Îran heta radeyeke mezin şert û stratejiyên xwe ferz dike û bi vê yekê serkeftinê qezenc dike û bi awyekî mezin bandorê li Amerîka û rojava bike."

Îran li ser nakokiyan list û dikarî li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bikeve pêşbirkê, her wiha sûd ji krîzên heyî mîna Efganistan, Ukrayna û hwd de wergirtin û bi awayekî mezin di dema rawstandina diyalogan de ku derdora 5 mehan dewam kir, bi kar anî. Li ser vê mijarê Silêman diyar kir kir ku Îran bi awayekî mezin bi ser ket, nemaze baş fêm kir ku rêveberiya Amerîkayê di birîna cezayan û amûrên hişk li ser rejîma Îranê de ne cidî ye. Îran mîna van mijaran baş bi kar anî û di encamê de Îran herî zêde sûd wergirt.

Li hemberî her rageşiyeke muhtemel di pêşerojê de ji aliyê Îranê ve, Îsraîl hêza xwe ya leşkerî amade dike.

Di vê derbarê de Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz herî dawî got, Îsraîl bêyî  ku encamên danûstandinên Îran û hêzên cîhanî yên derbarê bernameya nûkleerê ya Tehranê de  di ber çavan re bigre, divê xwediyê karînên êrişê be.

Gantz got: "Sûda rexneyan tune ye, lê erka min e ku ku artêşa Îsraîlê û saziyên ewlehiyê amade bikin. Were xwestin Îsraîl amade ye bikeve tevgerê."

Hemwextî danûstandin, şandeyek ji berpirsên Îsraîlê serdana Viyanayê kir da ku hevdîtinê bi şandeya muzakeriyên peymana nûkleerê ya Îranê re bike. Lê diyar e ku hewldanên Îsraîlê yên astengkirina lihevkirina rojavayî û Îranê de berdewam in.

KONTROKIRINA BERJEWNDIYÊN ÎSRAÎLÊ

Derbarê vê serdanê de Silêman ev nirxandin kir: "Helwesta Îsraîlê gelekî eşkere bû ku nêzîbûneke amerîkî-îranê red dikir û bi hişyarî danûstandinê wan dişopand. Lê derbarê van danûstandin û peymana nûkleerê ya bi Îranê re helwesta xwe neda xuyakirin. Di dawiyê de peymana nûkleerê Îsraîlê eleqedar dike, lê nêzîkatiyên Îran ên herêmî û moşekên wê yên balistîk ku dikare li ser Ewropa yan dewletên Kendavê xeteriyê çêbikin wê eleqedar nake."

Pisporê karûbarên Îranê û lêkolînerê Kendavê Hanî Silêman di dawiya axaftina xwe de got: " Di dawiyê de, dibe ku Îsraîl garantî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bigire ku Îranê kontrol bike û cûreyek kontrolek tund li ser çalakî û reftarên wê yên nukleerê saz bike. Îsraîl ne alîgirê lihevkirina bi vî rengî bû, dixwest ku mijar berfirehtir bike û hewl bide ku bi temamî Îranê dorpêç bike û hebûna wê li Viyanyayê ji bo kontrolkirina van rêyan û tekezkirina li ser parastina berjewendiyên Israîlê bû."

ANHA