Pisporekî navneteweyî: Binkeftiyê mezin ji şerê Ukrayna û Rûsya, dewleta Tirk e

Şerê di navbera  Ukrayna û Rûsyayê de wê bandorê li gelek dosyayan, di nav de Sûriyeyê bike. Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Hamid Faris diyar kir ku binkeftiyê herî mezin wê Tirkiyê be heger di vî şerî de ne bêalî be, ji ber ku berjewendiyên wê yên leşkerî, siyasî û aborî di navbera her du aliyan de bi hev ve girêdayî ne.

Pisporekî navneteweyî: Binkeftiyê mezin ji şerê Ukrayna û Rûsya, dewleta Tirk e
25 sibat, 2022   01:41
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞEYMA ELÎ

Tevî hişyariya rojavayî û gefên birîna cezayan li ser Moskovayê, Rûsya li dijî Ukraynayê operasyonên leşkerî da destpêkirin.

Serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn sibeha roja Pêncşemê 24'ê Sibatê operasyona leşkerî li Ukraynayê ji bo parastina "cudaxwazên" ser bi Moskova ve yê li rojhilatê welat ragihand.

Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe ya televîzyonî de got, "Min biryara operasyona leşkerî girt." Pûtin bang li artêşa Ukraynayê kir ku "Çekên xwe deynin."

Li gorî nûçeyan, di encama derbeyên bi moşekan û teqînên li paytexta Ukraynayê Kîev û bajarên din de kuştî û birîndar çêbûn.

Beriya çend rojan, Rûsyayê serxwebûna herêmên Donetsk û Luhanskê yên “cudaxwaz” nas kir, ku li rojhilatê Ukraynayê ne. Ev biryar Ukrayna hêrs kir û di encamê de dest bi êrişê li her du herêman kir.

ŞERÊ LI SER RÊVEBIRINA PERGALA GLOBAL

/kr/uploads/files/2022/02/24/214546_073816_altqat.webp

Têkildarî mijarê, mamosteyê têkiliyên navneteweyî Dr. Hamid Faris ji ajansa me re wiha got: "Piştî serokê Rûsyayê Pûtîn serxwebûna her du komarên Donetsk û Luhanskê yên cudaxwaz ên li Ukrayna nas kirin bûyerên li qada navneteweyî bi lez çêbûn. Piştre Rûsya êrişeke leşkerî ya berfireh li rojhilatê Ukranya pêk anî, ev jî gava yekemîn e ku tu kesî texmîn nedikir û asoyên dîtina çareyeke siyasî ji bo wê dozê dijwartir kir. Ji ber ku dê bandora wan êrişan li cîhanê gelekî bike, nexasim hemwextî nakokiyên di navbera rojava û DYA’yê û Rûsyayê de."

Faris wiha domand: "Ev yek di çarçoveya nakokiya kî yê pergala global a nû ya cîhanê bi rê ve bibe de hate kirin. Li kêleka wê jî cîhan ber bi piralîbûna blok, hêzan  û destpêka bidawîbûna cîhana yekblokî ve diçe. Bi vê gavê Rûsya hevsengiya li ser erdê guhart, tevî ku dûbare daxuyaniyên amadebûna ji bo berdewama diyalogê, dida."

Der barê armanca Rûsya ji vê operasyonê de, Dr. Hamid Faris ev tişt anî ziman: "Armanc ji vê operasyonê guhartina pergala desthilatê,  hilbijartina serokekî nû ji bo Ukrayna û avakirina hikumeta nû ya Ukraynayê ye ku alîgirê Rûsyayê be û gefan li ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê nexwe. Di heman demê de armanc nameyek ji bo Ewropa û Amerîkayê ye ku ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê xeta sor e û nahêle NATO dest biavêje û xwe li wir fireh bike û baregehên leşkerî li ser xaka Ukrayna ava bike."

‛OPERASYON LI ROJHILATÊ UKRAYNA SÎNORDARKIRÎ YE’

Têkildarî vê êrişê û derfetên firehbûna wê, Dr.Faris ev tişt got: "Operasyon dê li rojhilatê Ukrayna û herêma Donbass bin, aştî û îstîqrar li komarên Donetsk û Luhanskê yên Rûsya nas kirine pêk were û heta paytexata Kîev naçin."

‛ROJAVA JI ÇARÇOVEYA CEZAYAN DERNAKEVE’

Dewletên rojavayî soz dabû Rûsyayê ku heke êrişeke leşkerî li Ukrayna pêk anî ew ê cezayên tund li ser wê bibire. Bi wê re wezîrên karên derve yên dewletên YE’yê û G7 beriya 2 rojan, piştî Rûsya hêzên xwe şandin rojhilatê Ukrayna, yek helwest li hember cezayên li ser Rûsyayê nîşan da. Wezîrê karên derve yê Fransa jî li ser cezayan erê kir û seroka Komseriya Ewropayê jî pejirand.

Piştî operasyona Rûsyayê ya li ser Ukrayna, serokê Amerîka Jeo Biden "êrişa nerewa ya hêzên leşkerî ya Rûsyayê" şermezar kir.

Biden da zanîn ku DYA’yê, hevalbend û hevkarên wê dê bi yek rêbazî û  bi tund bersivê bidin û "dê cîhan Rûsya ceza bike".

Di çarçoveya cezayan de Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz ragihand ku wan destûra xeta boriya gazê ya Nord Streamê ku Rûsyayê digihîne Almanyayê rawestandine.

, şêwirmendê Almanya Olaf Schulz ragihand ku erêkirina bikaranîna xeta boriyên gaza " Nord Stream 2" bi Rûsyayê re rawestand.

Nord Stream 2 projeya rûsî ye,  armanc dike gaza Rûsya ji peravên Deryayên Baltik di ber deryayê re bigihîne Ewropayê. Proje ji du xetên bin avê pêk tê. Dirêjahiya her yekê hezar û 200 kîlometre û bi enerjiya salane ya 55 milyar metre kab,

Li ser vê yekê Dr. Hamid Faris ev yek got: "Rojava bi awayekî leşkerî nakevin vî şerî, lê dê tenê şermezar bikin û cezayên aborî li ser Rûsyayê îmze bikin. Ev ceza dê bandoreke bihêz li tevahî aliyan çi rojava yan jî Amerîka nemaze jî li Rûsyayê bikin."

ENCAMÊN NEYÎNÎ LI SER ABORIYA CÎHANÊ

Girêdayî encamên cezayên li ser Rûsyayê, li ser YE`yê bi taybet ên têkildarî gaza Rûsyayê, Dr.Faris got: "Ewropa ji sedî 50 gaz ji Rûsyayê werdigire. Dîtina altratîfên din li şûna gaza Rûsyayê dê gelek dijwar be. Ev yek dê nirxên gazê gelek biha bike. Dê bi awayekî neyînî bandor li aboriya cîhanê bike û li Ewropayê dê aloziyeke enerjiyê ya mezin hebe, li gel pêwîstiya bi gaza Rûsyayê di germkirin, xebitandina stasyonên kehrebeyê û trênan de."

Piştî ragihandina Pûtîn  a destpêkirina êrişan li dijî rojhilatê Ukraynayê nirxê bermîla petrolê 100 dolar derbas kir. Ji 7 salan ev cara yekemîn e ku digihêje vê astê.

ŞERÊ UKRAYNA DÊ BANDORÊ LI SÛRIYÊ BIKE

Çavdêr diyar kirin ku destpêkirina şer li Ukraynayê dê li ser asta navneteweyî gelek aloziyan bi xwe re bîne û dê bandor li dosyayên din mîna Sûriyê û Lîbyayê bike.

Di vî warî de Dr.Faris got: "Wê gelek encamên neyînî yên vê aloziyê li ser dosyayên li Rojhilata Navîn bi giştî û dosyaya Sûriyê bi taybet hebe ku pêwîstiya wê bi gelek lihevkirinan di navbea Amerîkayê û Rûsyayê de heye. Nexasim piştî ragihandina Geir Pedersen ku lihevkirineke diyar di navbera her du welatan de heye li bingeha însiyatîfa gav li beramber gavekê. Piştî destpêkirina êrişên Rûsyayê li dijî Ukraynayê ev yek pêk nayê û dê aloziya Sûriyê were bikaranîn."  

Dr.Faris wiha berdewam kir:   "Şer dê vegere Sûriyê. Dê encamên wê li ser Sûriyê xeter bin. Dê şerekî yekser di navbera Rûsya û Tirkiye, çeteyên wê de pêk werin. Ev yek dê dema şer dirêjtir bike. "

TÊKILIYÊN RÛSYA-TIRKIYÊ DI XETERIYÊ DE YE

Girêdayî helwesta Tirkiyê ji operasyona Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê  de Dr.Faris ev nirxandin kir: "Li gel têkilbûna berjewendiyên siyasî, leşkerî û aborî, aloziya Ukraynayê ji bo siyaseta derve ya Tirkiyê astengiyeke mezin e. Cihê Tirkiyê sedema rewaşa wê ya dijwar e. Yek ji hêzên NATO`yê ye û gelek baregehên NATO`yê lê hene. Ji ber wê divê li gorî biryarên NATO`yê helwest nîşan bide. Li aliyekî din têkiliyên wê bi Rûsyayê re xurt in. Wê pergala S400 a Rûsyayê kirî û ji ber wê Amerîka ceza lê birî. Li gel wê jî bi gelek projeyên mezin ên enerjiyê bi taybet gaza Tirk Stream bi Rûsyayê re girêdayî ye. "

Dr.Faris daxuyand ku têkiliyên leşkerî di navbera Tirkiyê û Ukraynayê de hene û peymana dronan heye ku Rûsya li ser ewlehiya xwe ya neteweyî xetere dibîne û wiha domand: " Ji ber wê Tirkiye ji destpêkirina şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi fikar e. Pirsgirêkeke din heye; Tirkiye çavdêriya korîdorên deryayî dike. Li gorî lihevkirina Montreux a sala 1936`an, mafê Tirkiyê heye ku tevgera deryavaniyê ya bi rêya tengavê Bosfor û Dardanîl kontrol bike û bendan li ser derbasbûna keştiyên şer deyne. Li ser wê girtina tengava Bosfor li hember hêzên deryayî yên Rûsyayê, dê têkiliyên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de bixe xeteriyê."

Balyozê Ukraynayî yê li Tirkiyê Vasul Bodnar di 23`yê Sibatê de got Ukrayna hebûna keştiyên şer ên Rûsyayê li deryayê Reş li nêzî sînorên wê wek gef dibîne. Her wiha ragihand ku dê ji Tirkiyê bixwaze ku her du tengavan li pêşiya keştiyên Rûsyayê bigire heke Moskovê destwerdana welatê wî bike.   

Lihevkirina Montreux a sala 1936`an, rê ji dewleta Tirk re vekir ku tengavên Bosfor û Dardanîl kontrol bike, derbasbûna keştiyên şer bi rêxistin bike, garantiya serbestbûna keştiyên sivîl di d

emên aştiyane de dide, derbasbûna keştiyên deryayî yên ne ji dewletên deryaya Reş in, rawestîne. Şertên lihevkirinê bi salan cihê nîqaş bûn, bi taybet der barê gihaştina hêzên yekitiya Sovyet a leşkerî li Deryaya Spî de.

‛ZIRARKER Û WINDEKERÊ HERÎ MEZIN DEWLEGTA TIRK E’

Mamosteyê têkiliyên navneteweyî, Dr. Hamid Faris di dawiya axaftina de anî ziman ku girêdayî şerê Ukrayna-Rûsya heke dewleta Tirk nebe yekalî ew zirarker û windakerê herî mezin e û wiha got: "Tê texmînkirin ku heke dewleta Tirk di destekdayîna leşkerî ji Ukraynayê re berdewam bike, dê berjewendiyên wê yên siyasî û ewlehî li bakurê Sûriyê rastî rageşiyên mezin werin, zirarên aborî û stratejî di nava hêzên wê de yan jî hêzên alîgirê wê de çêbibin. Ji ber vê divê dewleta Tirk destekdayîna ji Ukrayna re rawestîne. Bi wê re heke dewleta Tirk helwesteke yekalî nîşan neda dê ji ber şerê Rûsya û Ukrayna bibe windekerê herî mezin. Her wiha tu helwesteke dijminane li hember tu aliyekî nîşan nede."

(fr-şx)

ANHA