​​​​​​​Dagirker gundê Hoşan ê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşan ê dikeve rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin.

​​​​​​​Dagirker gundê Hoşan ê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran dikin
25 sibat, 2022   12:58
EYN ÎSA

Di van kêliyan de leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşan ê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dikin.

Di heman demê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser navçeyê û rêya M4 digerin.

ANHA