ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-02-2022
25 sibat, 2022   00:00

- Welatiyê bi navê Fehmî Hemdî diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî gelên Rojhilata Navîn, bi taybet li dijî kurdan berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên ku koçberî Şehbayê bûne, li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca koçberkirinê û ambargoya ku hikumeta Şamê bi armanca birçîkirinê ferz kiriye, li ber xwe didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta Şamê ji ber serhişkiya, reva wê ji berpirsyartiyên xwe û berdewama girtina şaxên zanîngeha Firatê yên li Hesekê, proseya perwerdeyê asteng dike. Nemaza ku rêveberiya zanîngehê avahî û pêwîstiyên ku Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê jê re peyda kirine red kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyên zimanê Suryanî diyar kirin ku projeya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê derfet li pêşiya hemû pêkhateyan vekir ku bi zimanê dayikê fêr bibin û perwerde bibin. Her wiha îşaret bi girîngiya parastina destkeftî û parastina wan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên herêma Firatê gotin artêşa Tirk a dagirker bi her awayî hewl dide Kurdan tune bike, lê gerîla bi îradeya xwe li ber xwe dide. Ciwanan banga piştgiriya gerîla kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hemdan El-Ebid got, hikumeta Şamê nikare biryaran bigre û ji bo razîkirina Rûsyayê bi lez Lugansk û Donetesk nas kir. Her wiha durûtiya Şamê di naskirina "Cûdaxwazan" de û tawanbarkirina rêveberiya Xweser a niştîmanî bi "Cûdabûnê"  rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şerê di navbera  Ukrayna û Rûsyayê de wê li ser asta herêmî û cîhanê wekî şerekî ji rêzê derbas nebe. Lê wê bandorê li gelek dosyayên din, di nav de Sûriyeyê bike. Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Hamid Faris diyar kir ku binkeftiyê herî mezin wê Tirkiyê be heger di vî şerî de ne bêalî be, ji ber ku berjewendiyên wê yên leşkerî, siyasî û aborî di navbera her du aliyan de bi hev ve girêdayî ne. (BI WÊNE).

JIN

- Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 7’emîn dike. Mîhrîcan dê 1-2`yê Adarê li dar bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA