Rûsya 74 navendên leşkerî yên Ukraynayê hilweşandin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li Ukraynayê 74 navendên leşkerî hilweşand.

Rûsya 74 navendên leşkerî yên Ukraynayê hilweşandin
24 sibat, 2022   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de got, ji ber derbeyên Rûsyayê 74 navndên leşkerî yên bejahî yên Ukraynî ji xizmetê derket, her wiha destnîşan kir ku di nav de 11 balafirgeh in. 

Wezaretê ragihand ku hêzên Rûsyayê 3 navendên fermandariya operasyonên leşkerî yên Ukraynî, hilweşand.

Girêdayî mijarê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku hêzên Rûsyayê balafirgeha leşkerî ya nêzî Kiev xistin bin serweriya xwe.

Serokê Amerîka Joe Biden got, Amerîka dê cezayên nû  li Rûsyayê ferz bike ku dê ziyanên mezin bide aboriya wê.

Biden ragihand ku ku Amerîka dê hevalbendên xwe yên NATO'yê, bi taybetî rojhilatê Ewropayê biparêze û ragihand ku hêzên Amerîka wê beşdarî şerê li Ukraynayê nebin.

(bx)