Li bendava Mizgeftê 3 hezar dar tên çandin

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Gerînendetiya Jîngehê li bendava Mizgeftê ya navçeya Tirbespiyê zêdetirî 3 hezar dar tên çandin.

Li bendava Mizgeftê 3 hezar dar tên çandin
Li bendava Mizgeftê 3 hezar dar tên çandin
Li bendava Mizgeftê 3 hezar dar tên çandin
Li bendava Mizgeftê 3 hezar dar tên çandin
Li bendava Mizgeftê 3 hezar dar tên çandin
24 sibat, 2022   13:24
QAMIŞLO

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê di çarçoveya avakirina daristanan û vekirina şitilgehên taybet de li bendava Mizgeftê dest bi avakirina daristanekê kir.

Li daristanê dê zêdetirî 3 hezar dar li rûbera 4 hektar erd werin çandin.

Endezyar û serokê Komîteya Lêkolînên Daristanên Çêkirî yê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê Mihemed Seîd anî ziman ku Gerînendetiya Jîngehê bi çandina daran li derdora bendavan, armanc dike rûbera daristanan fireh bike û rê li pêşiya ziwabûnê bigire.  

Seîd diyar kir ku piştî rewşa erdê hate kontrolkirin, bi hevkariya Gerînendetiya Jîngehê dest bi pêkanîna projeyê kirine û dê ev dar bi rêya pompeyan werin avdan.

Hevserokê Rêveberiya Jîngehparêziyê Luqman Bedir jî got: "Projeya daristanan li gorî hevpeymana di navbera me û Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê de pêk tê. Deste dê daran, hewcedariyên avdanê dabîn bike û Rêveberiya Jîngehparêziyê jî projeyê bişopîne."

(eh)

ANHA