Meclisa Jinan êrişa dewleta Tirk şermezar kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedefgirtina erebeyeke sivîl li ser rêya Qamişlo-Amûdê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û diyar kir ku "Divê civata navneteweyî hesab ji dewleta Tirk bixwaze, ji ber ku pîvan û qanûnan binpê dike."

Meclisa Jinan êrişa dewleta Tirk şermezar kir
24 sibat, 2022   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Amûdê li rojhilatê Seyrangeha Varoj erebeyeke rêwiyan bombebaran kir. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

Di daxuyaniya meclisê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker dijminatiya ji gelan re berdewam dike, nexasim li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Mînaka herî dawî jî bi balafireke bêmirov li ser rêya Amûdê-Qamişlo erebeyek kir armanc, di encamê de 4 sivîl birîndar bûn ku 3 ji wan jin in.

Li ser vê yekê em êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên xwe şermezar dikin û dibêjin Tirkiye bi van êrişan dixwaze jiyana hevbeş û îstiqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Di heman demê de em bang li civata navneteweyî dikin ku li hemberî vê yekê bê deng nemîne û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deyne, ji ber ku pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Di dawiyê de em bang li gelê xwe dikin ku hevgirtin û yekitiya xwe ava bikin, nexasim rêxistinên mirovî û rêxistinên jinan da ku zextê li civata navneteweyî bikin û balê bikişînin ser sûcên dewleta Tirk."

(eh)

ANHA