Şehîdên Sibatê û Pêngava Gurzê Gelan hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan şehîdên meha Sibatê li Qamişloyê bi bîr anîn. Her wiha Partiya Kesk a Demokratîk bi Meclisa Malbatên Şehîdan re ji bo bîranîna 121 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan 121 dar li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan çandin.

Şehîdên Sibatê û Pêngava Gurzê Gelan hatin bibîranîn
24 sibat, 2022   13:43
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişloyê ji bo bîranîna 56 şehîdên meha Sibatê ku li dever û salên cuda şehîd bûne, merasîmeke bîranînê li dar xist. Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Sarûxan axivî û got: “Gelê ku destkeftiyên wan ji xwîna şehîdan bin, ji wan bêhtir bi nirx tune ye, ji ber vê yekê divê em ji her tiştî bêhtir parastina xeta şehîdên xwe bikin.”

Sarûxan wiha lê zêde kir: “Dijmin dixwaze bi şerê taybet hebûna me ji kokê rake. Di şerê herî zehmet de me li ber xwe da, komkujî li hemberî me hat kirin lê em bêhtir bi hêz bûn. Bi êrişan nema zora me dibin.”

Li aliyekî din Partiya Kesk a Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişloyê ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi dirûşma “121 dar ji bo bîranîna lehengên destana Gurzê Gelan” li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan 121 dar çandin.

(sb)

ANHA