Bertekên dewletên cîhanê li hember destwerdana Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê

Li hember destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê gelek dewletên cîhanê bertek nîşan dan. Gelekan destwerdan şermezar kir û hinan jî banga diyalogê kir.

Bertekên dewletên cîhanê li hember destwerdana Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê
24 sibat, 2022   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Amîr Abdullahiyan li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Sedema vê yekê girêdayî tevgerên provokatîf ên NATO`yê ye. Lê şer ne rêya çareseriyê ye. Agirbest û çareseriya siyasî ya demokratîk niha ya herî girîng e.”

Çînê îdia kir ku ev tevger “operasyon”e, ne “destwerdan” e. Berdavka Wezareta Karên Derve ya Çînê Hua Chunying di civîneke çapemeniyê de got: “Rûsya dewleteke mezin e. Dikare bi tenê biryarên stratejîk bide. Pêwîst nake beriya her gavekê erêkirina Çînê bigire.”

Hua got Çîn ji nêz ve rewşa li Ukraynayê dişopîne û bang li aliyan kir ku “rewş ji bin kontrolê dernekeve”.

Hua wesifandina operasyonê wek “destwerdan” red kir û got ev têgeheke yekalî ye. Her wiha Hua diyar kir ku doza Ukraynayê xwedî “dîrokeke gelekî girêk e” û gelek faktorên wê yên cuda hene. Hua got Rûsya û Çîn hevkariya xwe ya stratejîk a giştî li ser bingeha wekheviyê bi pêş dixin.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid destwerdana Rûsyayê şermezar kir û wek “binpêkirineke xeternak” a li dijî pergala navneteweyî wesifand.

Her wiha hat ragihandin ku serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett dê bi Yair Lapid re bicive û êrişa Rûsya ya li Ukraynayê nîqaş bike.

Yekitiya Ewropayê (YE) jî destwerdana Rûsyayê wek “nerewa” bi nav kir û serokê wê hişyar kir ku dê “tecrîdeke nedîtî” lê bê ferzkirin.

Rayedarê siyaseta derve ya YE`yê Josep Borrell li Brukselê ji rojnamevanan re axivî û got: “YE cezayan amade dike û dê yên herî giran bin.”

Almanyayê jî got YE û NATO û Koma 7’an (G7) dê cezayên girantir li Rûsyayê ferz bikin.

Îro bi şev dê serokên ewropî civînekê li dar bixin ku dihat payîn beriya destwerdana Rûsyayê pêk hatiba.

Seroka Komseriya Ewropayê Ursula Von Der Leyen û serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel jî destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê şermezar kir û banga “hesabxwestina” ji Moskovê kir.

Her wiha balyozê Ukraynayê yê li Tirkiyê got Kîevê ji Enqereyê daxwaz kiriye ku tengavên Stenbol û Çanakkaleyê li ber keştiyên şer ên Rûsyayê bigire.

(şx)