Ajokar hûrguliyên êrişa li ser rêya Qamişlo-Amûdê eşkere kir

Ajokarê erebeya hedefgirtî hûrguliyên êrişê ku di encamê de 4 kes birîndar bûn û di nav wan de 3 jin hene, eşkere kir.

Ajokar hûrguliyên êrişa li ser rêya Qamişlo-Amûdê eşkere kir
24 sibat, 2022   11:40

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker îro li ser rêya Qamişlo-Amûdê li rojhilatê seyrangeha Varoj erebeyeke rêwiyan bombebaran kir. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Her 4 birîndar li nexweşxaneya Ferman a li Qamişloyê tên dermankirin.

/ar/uploads/files/2022/02/24/114023_img_6569.webp

Ajokarê erebeya hedefgirtî Lezgîn Abid hûrguliyên êrişê eşkere kir û got: “Em ji Amûdê dihatin Qamişloyê. Bi min re 14 rêwî hebûn. Ji nişkê ve dengeke bilind hat û pencereyên erebeyê şikestin. Di wê kêliyê de ez nesekinîm û min pir bi lez erebe ajot heta ku tekerên erebeyê teqiyan. Heta wê kêliyê em gihaştin taxa Hîmo ya Qamişlo.”

/ar/uploads/files/2022/02/24/114011_lazkyn-aabd.webp

Lezgîn wiha domand: “Rêwiyên ku li aliyê çepê yê erebeyê rûniştibûn ji yên din pirtir birîndar bûn.”

(şx)

ANHA