Biden: Em ê cezayên giran li Rûsyayê ferz bikin

Gelek serok û rayedarên dewletên rojavayî mudaxeleya Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê şermezar kir. Serokê DYA’yê Biden got ew ê cezayên giran li Rûsyayê ferz bikin.

Biden: Em ê cezayên giran li Rûsyayê ferz bikin
24 sibat, 2022   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê ragihand piştî ku Rûsyayê dest bi êrişên li dijî Ukraynayê kir, li paytexta Ukraynayê Kîevê û gelek bajarên din ên welêt dengê teqînan hat.

Reutersê jî ragihand ku piştî biryara Pûtîn hêzên Rûsyayê bi moşekan êrişî gelek bajarên Ukraynayê kiriye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden têkildarî tevgera Rûsyayê got: "Em ê cezayên giran li Rûsyayê ferz bikin. Ez ê bi serokên Koma 7`an (G7) re bicivim û DYA, hevalbendên wê û hevkarên wê cezayên giran li Rûsyayê ferz bikin.”

Rûsyayê banga rawestandina berfirehkirina NATO`yê kir û Pûtin jî dubare anî ziman ku endamtiya Ukraynayê di NATO`yê de dê neyê qebûlkirin. Pûtîn got: "Madem Ukrayna gefan dixwe, berpirsyariya rijandina xwînê dikeve ser milê rejîma Ukraynayê.”

Her wiha Pûtîn got: "Plana me ne dagirkirina erda Ukraynayê ye û em ê bi darê zorê tu tiştî ferz nekin."

Dezgehên ragihandinê yên Rûsyayê eşkere kir ku piştî 3 saetan ji biryara Pûtîn a derbekirina Ukraynayê, hêzên Rûsyayê baregehên leşkerî yên Ukraynayê kirin hedef.

Biden got di encama hemleya Pûtîn de dê gelek windahî çêbin. Her wiha diyar kir ku ew hêzên Amerîkayê naşîne Ukraynayê.  Biden wiha domand: “Rûsya berpirsa wêranî û mirinê ye. DYA û hevalbendên wê dê bi awayekî cidî bersivê bidin.”

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg jî destwerdana Rûsyayê şermezar kir û got endamên NATO`yê dê bicivin da ku encamên destwerdanê nîqaş bikin.

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres piştî civîna Meclisa Ewlehiyê bang li Pûtîn kir ku vî şerî rawestîne.

Her wiha Ukraynayê rêwitiyên bi balafirên sivîl rawestand. Rûsyayê jî ragihand ku hemû rêwîtiyên balafiran ên nêzî sînorên Ukraynayê heta 2`yê Adarê taloq kirine.

PÊVAJOYA BER BI ŞER VE

Ji roja duşemê ve li herêmên Donetsk û Luhanskê ên Ukraynayê topbaran zêde bû. Pûtîn serxwebûna her du herêmên cudaxwaz nas kir. Hêzên rojavayî jî ev gava Rûsyayê wek destpêkirina destwerdanê bi nav kir.

Li ser wê yekê dewletên rojavayî û Japonyayê ceza li bank û kesayetên rûsî ferz kirin. Her wiha gotin bi destpêkirina destwerdanê re dê cezayên girantir ferz bikin.

DYA`ê çarşemê ceza li şîrketeke Rûsyayê ferz kir ku xeta boriyên gazê Nord Stream 2 çêdike.

Almanyayê jî sêşemê erêkirina avakirina xeta boriyan rawestand da ku Moskov sûdê jê wernegire.

BUHAYÊ PETROLÊ ZÊDE BÛ

Piştî xîtaba Pûtîn a îro, nirxê dolar û zêr bilind bû. Her wiha buhayê bermîla petrola brent 100 dolarî derbas kir.

(eh-şx)