HPG’ê 3 gerîlayên sala 2016’an şehîd bûbûn bi bîr anîn

HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên di Sibata 2016'an de li Zapê 3 şehîd bûbûn, aşkera kirin û diyar kir ku “Hevrêyên me Botan, Denîz û Agît bi canê xwe gelê me û destkeftiyên me parastin û li dijî dijmin heta kêliya dawî şer kirin.”

HPG’ê 3 gerîlayên sala 2016’an şehîd bûbûn bi bîr anîn
24 sibat, 2022   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

“Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku li hemberî tevgera me encamê bi dest bixe, sala 2016'an dest bi êrişên giran û berfireh kiribû. Armanc ji van êrişan li ser bingeha tesfiyekirina gerîla, biserxistina pêvajoya qirkirina gelê me bû. Lê belê, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hay ji vê polîtîkaya dijmin hebû, bi îradeyeke awarte li dijî dijmin şer kir û ev polîtîka têk bir. Di vê pêvajoya şerê giran de hevrêyên me Botan, Denîz û Agît bi canê xwe gelê me û destkeftiyên me parastin û li dijî dijmin heta kêliya dawî şer kirin, şehîd ketin. Hevrêyên xwe yên şehîd bûne, di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên leheng mezintir bikin.

Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

/kr/uploads/files/2022/02/24/092648_botan-qelqel.webp

 

Nasnav: Botan Qelqelî

 

Nav paşnav: Serkan Yalçintaş

 

Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Ayten-Feyrûz
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016, Zap

/kr/uploads/files/2022/02/24/092713_denz-ryarast.webp

Nasnav: Denîz Rêyarast

 

Nav paşnav: Alî Yaşar

 

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Fatma-Rahmî
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016, Zap

/kr/uploads/files/2022/02/24/092727_agt-amed.webp

Nasnav: Agît Amed

 

Nav paşnav: Firat Savûr

 

Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Meryem-Yilmaz
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016, Zap