Li Ukraynayê 8 kes hatin kuştin

Rayedarekî Ukraynayê ragihand ku di êrişên Rûsyayê de herî kêm 8 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Li Ukraynayê 8 kes hatin kuştin
24 sibat, 2022   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê eşkere kir ku şêwirmendê wezîrê hundir ê Ukraynayê Anton Gerashchenko daxuyand ku di encama tobparana hêzên Rûsyayê de, herî kêm 8 kes hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.

Şêwirmend li ser hesabê xwe yê Telegramê wiha got: "Di encama topbarankirina baregeha leşkerî ya bajarê Odessayê de, birîndar û kuştî çêbûn. Di heman demê de 19 kes winda ne."

Her wiha pasdarên sînor ên Ukraynayê da zanîn ku hêzên leşkerî yên Rûsyayê beş bi beş sînorê Ukraynayê derbas kiriye û ketine herêmên Chernihiv, Kharkiv û Luhanskê.

(eh)