Balafireke bêmirov a dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyek bombebaran kir-HAT NÛKIRIN

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Amûdê li rojhilatê seyrangeha Varoj erebeyeke rêwiyan bombebaran kir. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyek bombebaran kir-HAT NÛKIRIN
24 sibat, 2022   09:19
NAVENDA NUÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke rêwiyan li ser rêya Qamişlo-Amûdê li rojhilatê seyrangeha Varoj kir hedef ku ji Amûdê dihat. Di encamê de 4 kes birîndar bûn ku 3 jê jin in.

Li gorî agahiyên berdest navên birîndaran wiha ne; Daliya Şêxmûs (20), Roza Hemo (38), Menîfe Himêdî (33) û ajokar Lezgîn Abid (25).

Birîndar li nexweşxaneyên Qamişloyê tên dermankirin.

(şx)

ANHA