​​​​​​​‛Mafê her pêkhateyekê ye bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe’

Mamosteyên jin ên li taxa Şêxmeqsûdê da zanîn ku gelê Kurd ji aliyê perwerdekirina bi zimanê xwe yê dayikê gelek azara kişand. Ji ber dewleta Tirk û hikumeta Şamê ev ziman û çand çewisand. Mamosteyan got, ji mafên her pêkhateyên li herêmê ye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe.

​​​​​​​‛Mafê her pêkhateyekê ye bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe’
24 sibat, 2022   08:36
HELEB-ŞEHBA

UNESCO bi fermî di 1999’an de Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê erê kir. Bi wê re hemû gel dikarin bi zimanê xwe yê dayikê fêr û perwerde bibin. Lê dewleta Tirk ji kevin de hewl dide zimanê kurdî û hebûna kurdan qir û îmha bike, her wiha hikumeta Şamê jî îtîrafê bi zimanê kurdî nake.

Têkildarî vê yekê mamosteyên jin ên li taxa Şêxmeqsûd a helebê li vê rojê û girîngiya wê, her wiha sûcên dewleta Tirk ên li dijî zimanê kurdî û armancên wê axivîn.

‛JI MAFÊN HEMÛYAN E KU BI ZIMANÊ XWE PERWERDE BIBIN’

Mamoste Esma Mihemed a ji pêkhateya Ereb got ev roja ji bo pêhateyên herêmê rojeke mezin e, ji ber roja îtîrafkirina bi hemû zimanan e û ji mafên her gelekî ye ku pê perwerde bibin ku zimanê bapîr û dapîran e.

Esma Mihemed wiha domand: "Ziman mîraseya çandî ye  û navgîna di nava ferd û civakê de ye. zimanê fikir û exlaqê ye. Pêdivî bi îtîrafkirina hemû zimanan heye û ji mafên her zarokekî/ê ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe."

Esma Mihemed soz da ku parastina hemû zimanan bike, rêz bigire û belav bike. Ji ber tu ferq û cudahî di navbera civakan de tune ye, her wiha soz da  ku li ser metoda dayikan bimeşe.

‛ARMANCA DEWLETA TIRK QIRKIRINA ZIMANÊ KURDÎ YE’

Mamoste Dicle Weqas a ji pêkhate Kurd jî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li tevahî gelên cîhanê û gelê Kurd bi taybet pîroz kir ku gelê Kurd ji kevin de rastî gelek qirkirinan hat û wiha got: "Dewleta Tirk di hedefgirtina kurdan de ku nasname, çand û zimanê wan qir bike, berdewam e. Lê em li hember van êrişan zimanê xwe diparêzin, belav dikin û di nava civak û dibistanan de bi pêş dixin. Ji ber ziman tê wateya hebûnê e û tu kes nikare hebûna me qir bike."

Dicle Weqas wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji dema artêşa Tirk a dagirker Efrîn dagir kiriye ve, demografiya herêmê diguhere, navên gund û dibistanan ji zimanê kurdî dike zimanê tirkî. Da ku nasname û ziman biçewisîne. Dewleta Tirk rêzê ji tu zimanên din re ji bilî zimanê tirkî nagire."

‛EM Ê HETA ÎTÎRAFKIRINA BI ZIMANÊ ME TÊ BIKOŞIN’

Li aliyekî din jî, mamoste Xedîce Gedro behsa projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Rojava kir ku rêzê ji hemû zimanên li herêmê re digire, ji ber ziman bingeha hemû ferd an civakê ye û wiha got: "Îro hemû pêkhate ji Kurd, Ereb û Suryan bi zimanê xwe li dibistanan perwerde dibin. Ereb bi zimanê xwe û Kurd bi zimanê xwe perwerde dibin."

Xedîce Gedro wiha dawî li gotina xwe anî: "Em gelê Kurd ji hezar salan ve di pêvajoya qirkirinê re derbas dibin, tu kes îtîrafê bi zimanê me nake. Hikumeta Şamê îtîrafê bi zimanê me nake û qedexe dike ku Kurd bi zimanê xwe biaxivin. Ji ber wê em ê heta pêkanîna armancên xwe û îtîrafkirina bi zimanê xwe yê dayikê tê bikoşin."

 ‘TU CARÎ KES NIKARE ZIMANÊ ME TUNE BIKE’

Têkildarî mijarê mamosteyên zimanê kurdî bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê got “Em ê zimanê kurdî nûjen bikin û biparêzin da ku hebûna zimanê me li tevahiya cîhanê were qebûlkirin. Tu carî jî kes nikare zimanê me tune bike.”

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê mamosteyên zimanê kurdî û xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeyê ya Peymangeha Viyan Amara ya herêma Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Mamosteya zimanê kurdî Cîhan Elo got: “Civaka ku dixwaze hebûna xwe biparêze, bi rêya zimanê xwe, xwe diparêze civakên ku heya roja îro mane bi rêya zimanê xwe hebûnek ji xwe re ava kiriye.”

Mamosteya zimanê kurdî Welîd Şêxo jî got: “Zimanê kurdî her tim hatiye pişaftin û helandin. Em jî dewletên ku dixwezin zimanê me tune bikin, bi tundî şermezar dikin û dibêjin tu carî kes nikare zimanê me tune bike.”

Welîd Şêxo di dawiyê de got: “Em ê zimanê kurdî nûjen bikin û vê zimanî biparêzin da ku hebûna zimanê me li tevahiya cîhanê were qebûlkirin.”

Xwendekara Beşa Ziman û Wêjeyê Henîfe Xoce jî got: “Zimanê kurdî zimanekî kevnare ye û ji aliyê gelê Kurd ve her tim hatiye parastin û nûjenkirin. Zimanê kurdî gihaştibû astekî ku ber bi tunebûnê ve diçû, em jî wek ciwanên Kurd me ji nû ve zimanê xwe nûjen kir û me bi zimanê xwe xwend.”

 

ANHA

<iframe width="650" height="350" src="https://www.youtube.com/embed/tyIQbKmI9Wk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>