Rojnameyên erebî: Lavrov û Pedersen rewşa Sûriyê nîqaş kir

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, gotûbêjên Lavrov û Pedersen ên têkildarî Sûriyê, dosyaya nukleerî û kar û barên Sûdanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Lavrov û Pedersen rewşa Sûriyê nîqaş kir
Rojnameyên erebî: Lavrov û Pedersen rewşa Sûriyê nîqaş kir
Rojnameyên erebî: Lavrov û Pedersen rewşa Sûriyê nîqaş kir
24 sibat, 2022   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GOTÛBÊJÊN LAVROV Û PEDERSEN TÊKILDARÎ SÛRIYÊ’

Girêdayî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh li Moskovê bi nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY’yê yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen re civiya ku amadekariyên lidarxistina gereke din a dan û standinên destûrê yên Sûriyê li Cinêvê dike.

Lavrov got: "Em bi hemû aliyan re di nav têkiliyan de ne. Em hewl didin pêşketinekê bi dest bixin. Ruxmî ku gelek dewlet hewl didin astengiyan derxin, bi taybet li dijî Rûsyayê.”

Li gorî SANA`yê Lavrov pêwîstiya pabendîbûna sekretereya giştî ku ne yekalî be û çareseriyan bibîne, destnîşan kir û got: “Mixabin zextên hêzên rojavayî li ser sekreteriya giştî hene.”

Pedersen jî got: “Ez hêvî dikin ku bûyerên navneteweyî yên dawîn bandorê li Sûriyê nekin.”

‘REÎSÎ DIÇE UMANÊ’

Der barê lihevkirina nukleerî de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Emanê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî vexwend paytext Mesqetê. Ev yek diyar dike ku hewldaneke dîplomatîk a Emanê heye ku bibe dergeh di navbera aliyan de.

Wezareta Karên Derve ya Emanê di daxuyaniya xwe de got wezîrê karên derve Bedir El-Bû Seîdî çarşemê nameyeke sultanê Emanê Heysem Taqriq radestî serokê Îranê kir, name girêdayî têkiliyên dualî bû.

Di daxuyaniyê de îşaret bi hewldana her du welatan ji bo sepandina ewlehihyê li herêmê, pêşxistina diyalogê û rêbazên aştiyane û hevkariya erênî ji bo çareserkirina dozan kir.

Çavdêran jî diyar kir ku ev serdan dibe ku xêzên dawîn ên lihevkirina nukleerî deyne beriya ku were ragihandin.

Diyaloga ku Îran hewl dide bi dewletên Kendavê re pêk bîne, şeklî ye û derfetê dide wê ku têkiliyên herêmî normalîza bike bêyî ku tu tiştekî di lihevkirina nukleerî de biguherîne.”

‘EL-BURHAN BANGA LIHEVKIRINA NÎŞTIMANÎ KIR’

Têkildarî rewşa Sudanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Serokê Meclisa Serdestiyê ya Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan bang li hêzên siyasî kir ku li hev bikin da ku îstiqrar li welêt serwer bibe. Her wiha destnîşan kir ku artêş tenê dê welêt radestî hikumeteke nîştimanî bike.

El-Burhan hişyarî da ku di vê pêvajoyê de gelek gef û astengî hene. Divê civaka Sûdanê bi hêzên artêşê re hevkar be da ku ewlehiya welêt biparêzin. Her wiha fedakariyên hêzên çekdar silav kir.”

(şx)