​​​​​​​Li Eyn Îsayê şûnwarek hate vedîtin

Komîteya Çandê ya Meclisa Kantona Girê Spî li ser agahiyên şêniyan, li nêzî navçeya Eyn Îsayê şûnwarekî dîrokî vedît.

​​​​​​​Li Eyn Îsayê şûnwarek hate vedîtin
​​​​​​​Li Eyn Îsayê şûnwarek hate vedîtin
​​​​​​​Li Eyn Îsayê şûnwarek hate vedîtin
​​​​​​​Li Eyn Îsayê şûnwarek hate vedîtin
22 sibat, 2022   10:19
EYN ÎSA

Piştî lêkolînên Komîteya Çandê ya Meclisa Kantona Girê Spî û Gerînendetiya Şûnwaran a Herêma Firatê şûnwarê nû hate vedîtin. Di encama lêkolînan de derket holê ku ev şûnwar ji serdema Bîzansê maye.

Komîteya Çandê û Gerînendetiya Şûnwaran agahî dan aliyên têkildar û hêzên ewlehiyê da ku şûnwar were parastin.

Navçeya Eyn Îsayê bi gir û cihên dîrokî navdar e. Piştî dagirkeriya DAIŞ`ê, li gundê Xirbet Hedle yê navçeyê mozaîk hatibûn dîtin.

Şûnwarê ku nû hatiye vedîtin, bi 2 kîlometreyan li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê ye.

(şx)

ANHA