Li gundê Herdan ê Şengalê gorên komî tên vekirin

Îro li Şengalê 7 gorên komî yên qurbaniyên êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser gundê Herdan dê werin vekirin.

Li gundê Herdan ê Şengalê gorên komî tên vekirin
22 sibat, 2022   10:04
ŞENGAL

Beriya 7 salan, li Şengalê di êrişa çeteyên DAIŞ`ê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Bi dehan gorên komî hatin dîtin û heta niha nasnameyên gelek qurbaniyan ne diyar in.

Ji dema ku Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Şengal rizgar kiriye, ev cara yekemîn e ku gorên komî bi merasîmeke olî û fermî têne vekirin. Dê test ji terman re bên çêkirin da ku nasnameyên wan bên zanîn. Paşê dê li gorî urf û adetên êzidiyan dîsa werin veşartin.

Li gundê Herdanê bi beşdariya Baba Şêx Elî Şêx Îlyas, gelek oldarên din û şêniyên gund merasîmê dest pê kir.

Li gorî daneyên fermî, heta niha 27 gor li deverên cuda yên Şengalê hatine dîtin.  

(şx)