Li herêmên hikumeta Şamê aloziya şîrê zarokan

Piştî aloziya nan, mazot, gaz û dermanan, niha jî aloziya şîr li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de çêbûye. Li gel gendeliyê û tunebûna çavdêriyê, nirxê şîrê zarokan gelekî biha bûye.

Li herêmên hikumeta Şamê aloziya şîrê zarokan
22 sibat, 2022   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku şîrê zarokan di nav sûkên herêmên hikumeta Şamê de kêm bû, nirxê wê gelekî biha bû û bi 12 hezar heta 17 hezar lîreyî tê frotin.

Piraniya şirketên şîr, buha zêde kirin û mîna piraniya dermanan, şîr jî di dermanxaneyan de kêm dibe. Dermanfiroşek ji malpera Qasyon re axivî û got: “Êdî mirov nizane bê kîjan cure dê biha bibe, bi taybet piştî ku miqdara wan kêm bû. »

Heman dermanfiroş wiha domand: “Piştî bihabûna dawîn, min tenê 3 qotîkên şîrê zarokan bi dest xistin, ruxmî ku şîrê zarokan li gorî temen tê firotin.”

A balkêş e ew e ku tu biryareke fermî yan jî taybet têkildarî vê bihabûnê tune ye. Di 25`ê Îlona 2021`an de li ser daxwazên xwediyên depoyên şîr, herî dawî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê biryara bihakirina şîrê zarokan da.

Çavkaniyekî ji Sendîkaya Dermanfiroşan ji malperekê re diyar kir ku tu biryar nehatine dayîn heta ku nirxê şîrê zarokan biha bibe û dibe ku şîrketên şîr wisa kiribin.

Heta niha Sendîkaya Dermanfiroşan tu daxuyanî têkildarî vê bihabûnê nedane. Ev yek pirsan têkildarî rola sendîkayê û Wezareta Tendurisiyê derdixe holê.

Malperê da zanîn ku mehane ji bo her zarokekî 5 qotîkên şîr hewce ne, lêçûna wan jî derdora 50 hezar heta 85 hezar lîre ye. Ruxmî ku mûçeyên karmendan piştî zêdekirina dawî gihaşt derdora 90 hezarî jî, ev tenê têra xwarin û vexwarina malbateke ji 3 endaman pêk tê, dike.

Ji ber tirsa tunebûnê, şênî şîr bi miqdarên zêde dikirin û li mal vedişêrin. Hinek din jî ji ber ku nikarin bi vê bihabûnê şîr bikin, zarokên xwe bi ava birinc û nîşastayê têr dikin, ruxmî ku gelek lêkolîn hişyarî ji vê rêbazê didin ku heta demeke dirêj were bikaranîn, dê zirarê bide zarokan.

Her wiha malpera Qasyon diyar kir ku hikumeta Şamê berpirsa vê rewşê ye.

(şx)