Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê karname li xwendekaran hatin belavkirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqa, bajarokên Hecîn û Xeranîc ên rojhilatê Dêrazorê karname li tevahî xwendekarên dibistanan belav kirin. Her wiha Komîteya Karûbarên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê şahiyek ji bo belavkirina diyarî û karnameyan li ser xwendekaran li dar xist.

21 sibat, 2022   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî bidawîbûna werza yekemîn a 2021/2022 û betlaneya navbera her du werzan û vegera xwendekaran li dibistanan, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê karname li xwendekaran belav kir ku hejmara wan 50 hezar in.

Her wiha komîteyê diyarî û spasname li xwendekarên serkeftî belav kirin.

Têkildarî wê yekê, Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqa Mihemed El-Hemûd ji ajansa me re wiha got: "Kêfxweşiya îro kêfxweşiyeke mezin e ne tenê ji xwendekaran re ye, lê ji bo mamoste û şêniyan e jî. Ev kêfxweşî di encama hevkarî û xebata şênî û dibistanê de pêk hat."

El-Hemûd asta xwendinê ya werza yekemîn nirxand û ev tişt anî ziman: "Asta xwendekaran a werza yekemîn baş bû. Rêjeyeke mezin a xwendekarên serkeftî heye."

El-Hemûd di dawiyê de hêviya serkeftinê ji xwendekaran re û pêkanîna armancên xwe yên pêşerojê xwest.

DÊRAZOR

Têkildarî heman mijarê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma rojhilatê Dêrazorê karname û diyarî li xwendekarên bajarokên Hecîn û Xeranîcê belav kirin.

Di destpêka şahiyê de, gerînendeyê dibistana Hecînê ya seretayî Mehmûd Ugle bixêrhatina xwendekar û malbatên wan kir û hêviya pêşerojeke geş û serkeftî xwest, her wiha spasiya rola mamosteyên rojhilatê Dêrazorê kir û banga zêdekirina kedê kir ku xebata perwerdê li herêmê bi ser keve.

Di şahiyê de Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya rojhilatê Dêrazorê diyarî li xwendekaran heft astên pêşîn bi ser ketine, belav kirin.

Hejmara xwendekarên li bajarokê Hecîn û gundewarên wê 187 hezar e, her wiha xwendekarên bajarokê Xeranîc ê rojhilatê Dêrazorê  21 hezar e.

REQAYÊ

Komîteya Karûbarên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê şahiyek bi diruşma "Ruxmî astengdariya min, stêrk im" li dar xist. Şahî ji bo belavkirina diyarî û karnameyan li xwendekarên navenda Şehîd Feysel El-Hiwêdî ya perwerdekirina astengdaran hat lidarxistin.

Di şahiya ku li Parka Mişwar li dar ketiye de, endamên sazî û meclisên sivîl û leşkerî, meclisa jinan û malbatên xwendekaran amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, dûvre cîgirê Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa bixêrhatina beşdaran kir û spasiya xebata navendê ya perwerdekirina xwendekarên astengdar ên Reqa û gundewarên wê kir.

Mistefa da zanîn ku navend yek ji navendên girîng ên pêşketî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ev tişt got: "Divê em ked û pereyan ji bo parastina wan bidin ku bibin stêrk."

Li aliyekî din jî mamosteyê navenda Şehîd Feysel El-Hiwêdî, Îsa El-Şêx bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Xebata me di navendê de ew e ku peyama xwe bigihîjin cîhanê ku çiqas zilmkar û sûcdar kiryarên xwe bikin, lê Reqa wê li hemberê bisekine."

El-Şêx wiha domand: "Peyama me ji cîhanê re ew e ku ger yek ji fankosyon û hestên me kêm bû, em enerjî ne, ne bar in."

Dûvre komek ji zarokan şano û folkloriya li ser mîrasa Reqa û gundewarên wê pêşkêş kirin.

Şahî bi xelatkirina zarokan ji hêla navenda şehîd Feysel El-Hiwêdî, belavkirina diyarî û karnameyan li xwendekaran bi dawî bû.

(fr)

ANHA