PYD'ê li Kobanê 15 civîn li dar xist

Rêxistina PYD'ê ya herêma Firatê civînên bi armanca nirxandina geşedanên siyasî berdewam dike. Di vê çarçoveyê de 15 civîn li dar xistin.

PYD'ê li Kobanê 15 civîn li dar xist
PYD'ê li Kobanê 15 civîn li dar xist
PYD'ê li Kobanê 15 civîn li dar xist
PYD'ê li Kobanê 15 civîn li dar xist
PYD'ê li Kobanê 15 civîn li dar xist
21 sibat, 2022   17:22
KOBANÊ

Rêxistina PYD'ê ya herêma Firatê civînên bi armanca nirxandinên geşedanên siyasî li herêmê, ji gel re dewam dike.

Îro 15 civîn li gundên girêdayî bajarokê Bênder ê rojavayê bajarê Kobanê hatin lidarxistin. Civîn li gundên Dûlî Dax, Şikeft, Xurxurî, Siftik a Rojava, Çariqlî, Cibnê, Beyada, Cib Ferec, Xirab Eto, Mişko, Derbazinê Jorîn, Îbê Îsê, Qorê Biçûk, Qorê Mezin, Geteş hatin lidarxistin.

Civîna li gundê Xurxurî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan ji aliyê Hevserokê PYD'ê Enwer Muslim ve hate birêvebirin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Enwer Muslim geşedanên siyasî li herêma Rojhilata Navîn û Sûriyê bi taybet nirxand. Muslim destnîşan kir ku aloziya Sûriyê bêyî beşdarbûna hemû alî û pêkhateyan nayê çareserkirin.

Enwer Muslim bal kişand ser destwerdanên dewleta Tirk a dagirker li herêmê û wiha got: "Dewleta Tirk hemû rê û rêbazan bi kar tîne da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û fitine di navbera pêkhateyan de derxîne. Êrişên li ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê nîşaneya vê yekê. Bi vê êrişê xwestin projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser têk bibin."

Hevserokê PYD'ê Enwer Muslim diyar kir ku divê pêkhateyên herêmê ji val planan hişyar bin, hevgirtî bin û li derdora Rêveberiya Xweser kom bibin.

Muslim her wiha bal kişand ser astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser li gel ambargoya giran a li ser Sûriyê.

Beşdaran nêrînê xwe anîn ziman û gotin, divê gel ji van planan, di serî de ji şerê taybet hişyar be û rêgeza xweparastinê pêk bîne.

ANHA