Li navçeya Şêrawayê xwendekaran meşek li dar xist

Li navçeya Şêrawayê, bi boneya Roja Zimanê Dayikê  ya Cîhanê bi sedan xwendekaran meşek li dar xist. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Em dixwazin bi rûmet li ser xaka xwe û bi zimanê xwe bijîn" hatin hildan.

Li navçeya Şêrawayê xwendekaran meşek li dar xist
21 sibat, 2022   16:47
ŞEHBA

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê,  Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê, li navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê meşek li dar xist.

Bi sedan xwendekar li ser rêya di navbera gundê Îbîn, Eqîbe û Ziyaretê kom bûn û ber bi kampa Vegerê ve meşiyan.

Di meşê de xwendekarên pankartên bi nivîsa "Em dixwazin bi rûmet li ser xaka xwe û bi zimanê xwe bijîn", "Mafê her mirovekî ye ku bi zimanê dayikê fêr bibe" û "Zimanê me hebûna me ye" hildan û dirûşmeyên silavkirina zimanê kurdî û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meş li kampê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Meclisa navçeya Şêrawa Henîf Seydo Roja Zimanê Dayikê li tevahî gelê Kurd, her mirovekî ku bi zimanê xwe ve girêdayî ye û bi rêya wê hebûna xwe îsbat dike, pîroz kir.

Seydo wiha domand: "Ev meh ji bo gelê Kurd rojeke reş e. Ji ber di vê mehê de Komploya Navnetewey li dijî Rêber Ocalan hate kirin. Armanca wê jî ku kurdan qir bikin, nasnameya kurdî tune bikin û di serî zimanê Kurdî ku bingeha hebûna çi gelî ye."

Seydo di dawiyê de destnîşan kir ku her çiqas dewletên desthilatdar hewl bidin Kurdan, çand û zimanê wan tune bikin Kurd dê tu carî teslîm nebin û berxwedan dê biser bikeve.

Paşê ji rêveberên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê Ebdurehman Al Hesen behsa îradeya xwendekaran di fêrbûna bi zimanê dayikê de kir tevî topbarana dijwar ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li ser navçeyê.

Al Hesen wiha pêde çû: "Me xwest ku meşa me li vir be da ku ji tevahî cîhanê re îsbat bikin ku em dev ji ziman, xak û mafên xwe bernadin."

Di dawiyê de govend hate gerandin.

(bx)

ANHA