Bîlançoya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka 2022`yan ve

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê bîlançoya sûc û binpêkirinên ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka sala 2022`yan ve li dijî şêniyên resen ên kantona Efrînê pêk anîne, eşkere kir.

Bîlançoya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka 2022`yan ve
21 sibat, 2022   00:36
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji destpêka ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, hemû sûc û binpêkirin li dijî şêniyên resen ên li gund û bajarokên kantona dagirkirî mane, didomin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê ji ANHA`yê bîlançoya sûcên ku ji destpêka sala 2022`yan ve hatin kirin, eşkere kir.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê Îbrahîm Şêxo wiha got: "Ji destpêka sala 2022`yan ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her wiha MÎT’a Tirk,  96 welatî ji wan 11 jin û 5 zarok, revandin."

Şêxo wiha domand: "Rewşên kuştinê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine kirin gihaşt 10 welatiyan. Zêdetirî 5 hezar darên zeytûnan hatin birîn û 9 cihên şûnwarî hatin wêrankirin."

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daran dibirin, cihên şûnwarî wêran dikin û armanca wan ji vê yekê ew e ku xwezaya Efrînê hilweşînin, bazirganiya êzingên darên wê bikin, nasname û çanda kantona Efrînê ku vedigere hezar salan tune bikin, ev jî bi rêya hilweşandin û diziya cihên şûnwarî, girankirina doprêça li ser şêniyên resen, avakirina mizgeftan li gundewarên êzidîyan da ku wan koçber bikin û demografiya herêmê biguhêrin, pêk tê.

Şêxo piştrast kir ku zêdetirî 18 baregeh ji aliyê komeleyên qeterî, kiwêtî yên îxwanî ve hatine avakirin û herî dawî jî komeleyên filistînî ku bi lez û bi destekdayîna dewleta Tirk, hatin avakirin.

Şêxo di axaftina xwe de îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide rastiya dagirkirinê li kantona Efrînê bidomîne û wek ku di dîrokê de kiriye wê tev li xaka Tirkiyê bike.

Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku çeteyên dewleta Tirk li Efrînê di demên berê de çeteyên DAIŞ`ê bûn û bi vê yekê dagirkeriya Tirk Efrîn kiriya "baregeha dijminatiyê li herêmê" û wiha dawî li gotina xwe anî: "Digel paşguhkirin û bêdengiya civaka navneteweyî dê sûc û binpêkirin dewam bikin."

(bx)

ANHA