RJAK’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir 

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bernameya xwe ya ji bo çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya Silêmaniyê eşkere kir. Wê di destpêka meha Adarê de dest bi çalakiyan bike.

RJAK’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir 
20 sibat, 2022   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya ji bo çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê eşkere kir.

Endama RJAK’ê Jîno Reşîd daxuyanî xwend. Di serî de 8’ê Adarê pîroz kir û got: “Ev roj rojeke  girîng e. Tîje têkoşîn û berxwdana jinan a li hemberî hişmendiya sîstema desthilatdar û baviksalarî û ji bo dadperweriyê ye.”

Bernameya çalakiyên RJAK’ê  ya ji bo Silêmaniyê wiha ye:

1’ê Adarê wê pêşangehek wêneyan were vekirin.

2’yê Adarê wê li Parka Hewarî Şar a Silêmaniyê dar werin çandin.

3’yê Adarê wê li nava bazarê gul werin belavkirin û vê rojê li jinan pîroz bikin.

4’ê Adarê wê bi şahiyek 8’ê Adarê li berdeqereman bi tevlîbûna çend hunermendan were pîrozkirin.

Wê rojên din tevlî çalakiyên din ên hevbeş ên rêxistinên din ên jinan bibin.