Dê siyaseta olîgarşî ya li Başûrê Kurdistanê bigihêje ku derê? - EKREM BEREKAT

Dê siyaseta olîgarşî ya li Başûrê Kurdistanê bigihêje ku derê? - EKREM BEREKAT
21 sibat, 2022   01:47

Îsrara PDK`ê ji bo hilbijartina nûnerekî ji serokatiya Iraqê re, tenê pêkanîna siyaseta olîgarşî ya ku Başûrê Kurdistanê wêran kiriye. Mirov dikare biryara Dadgeha Federal a Iraqê derbarê Hoşiyar Zêbarî de wek heqareteke rasterast ji PDK`ê re wesif bike .

Pirsa ku niha li cem gelê Başûrê Kurdistanê û Iraqê tê kirin ev e, gelo PDK`ê ji bo hilbijartina nûnerekî ji serokomariya Iraqê re çi dixwaze?. Çima Hoşiyar Zêbarî di rêza yekem de hat hilbijartin, tevî ku berî niha peymanek di navbera PDK`ê û YNK`ê de li ser kursiyan li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hebû?

Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê di sedsala borî de gelek êş kişandin. Ew jî ji ber lîstokên partiyên desthilatdar bi çarenûsa wan. Dîroka damezrandina Başûrê Kurdistanê vedigere peymana rêvebirina xweser ku di Adara 1970`an de pêk hat. Ew peyman piştî çend salên şer di navbera hikumeta Iraqê û kurdan de hat kirin, hat îmzekirin. Lê diyalog bi ser nekitin. Careke din di 1974`an şer dest pê kir. Di wê demê de Mistefa Barzanî desteka yekser ji şahê Îranê werdigirt. Lê şahê Îranê piştî peymana Cezaîrê ya 1975’an ku bi Sedema Husên re bi sponseriya serokê Cezaîrê Hewarî Bû Medyen, Amerîka û amadebûna Henry Kissinger ku di wê demê de wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bû, li dijî Barzanî derket . Di peymanê de hate destnîşankirin ku divê şahê Îranê destekdayîna ji Barzanî re rawestîne û Barzanî ji şah re got" Ez di bin fermana te de me".Paşê Barzanî tişta bi navê Beş Betal tê zanîn (şer bidawî dibe), ragihand.

Piştî êrişa Sedam Husên li ser Kiwêtê di sala 1990`î de, hêzên Koalisyonê bi rêya "Operasyona Bahoza Çolistanê" destwerdan kirin. Ew jî bi Şerê Kendavê hate naskirin. Di Çileyê 1991`an de bi topbarana hewayî li dijî Îraqê dest pê kir. Bi vê operasyonê re operasyonên bejajî hebûn. Di Adara 1991`an de li başûr û bakur serhildanên berfireh li dijî desthilatdariya Sedam Husên ku hêzên wî di wê demê de hilweşiyabûn, hatin lidarxistin. Kesên bi navê şoreşger dihatin naskirin beşên berfireh ji welat xistin bin serweriya xwe, lê hêzên Sedam ji bo têkbirina serhildana başûr hemû cûreyên çekan bikar anî.

Ji bo parastina kurdên li Başûrê Kurdistanê, Yekitiya Ewropayê plana avakirina cihekî ewle da. Di Tebaxa 1992`yan de herêmeke qedexekirina hewayî hate diyarkirin û li gorî wê, rê li pêşiya balafirên îraqî hat girtin ku derbasî esîmanê Başûrê Kurdistanê, bibin. Bi destekdayîna hêzên Ewropî di serî de Amerîkayê rêveberiyeke hevbeş di navbra PDK`ê û YNK`ê de hate avakirin û yekemîn parlemento li Başûrê Kurdistanê di 1992`yan de hate ragihandin. Ji wê demê ve her du partî rewşên li Başûrê Kurdistanê bi rêya du rêveberiyên hevbeş, bi giştî û di pratîkê de ji hev cuda herêmê bi rê ve dibin û herêm bû serbixwe.

Tevî ku rêveberiyeke hevbeş di navbera YNK`ê û PDK`ê de hatiye avakirin û parvekirina herêman hatiye çêkirin lê şerên di navbera wan de bi dawî nabin. Gelek caran di navbera wan de şer derket. Hin caran li hev dikin û hin caran şer dikin. Tişta ku di demên dawî de li ser namzetbûna ji serokatiya komarê re nîşaneya parçekirin û nakokiyên di navabera her du partiyan de ye. Ev nakokî nakokiyên eşîrtî û malbatî ne û tu têkiliya wan bi berjewendiyên Kurd û kurdistanî ve tune ne.

Piştî destwerdana Amerîka ji Iraqê re di sala 2003`an de, guhertinên siyasî ku hatin kirin, erêkirina destûreke nû ya Iraqê di sala 2005`an de ku tê de hate diyarkirin ku Başûrê Kurdistanê hebûneke federal di nava Iraqê de ye. Li gorî vê destûrê ku cihê serokê komarê li dewleta Iraqê cihekî sembolîk e û ji Erebên Sunî re di nava hikumeta demkî bi serkêşiya Iyad Elawî re hatiye veqetandin. Piştî yekemîn hilbijartinên parlemento ku di sala 2005`an de hatin lidarxistin, peymanek di navbera hêzên şîe û Kurd de hat kirin ku cih bidin Kurdan. Ew jî li gorî peymana dabeşbûna desthilatê di navbera her du aliyan de hate îmzekirin. Peyman, ji hêla  serokê Itîlafa Niştîmanî ya Şîe Ebdulezîz El-Hekîm, Serokê Iraqê yê nemir Celal Talebanî ku heta 2014`an de serok bû, hatibû îmzekirin.

Piştî peymana di navera hêzên şîe û kurdan de yên bi nûnertiya (PDK – YNK),  her du aliyên Kurdî di nava xwe de li ser serokatiya Başûrê Kurdistanê ku ji PDK`ê re be û serokatiya Iraqê ji YNK`ê re be, li hev kirin.

JI HERÊMA KURDISTANÊ BER BI HERÊMEKE MALBATÎ VE

PDK`ê Başûrê Kurdistanê piştî lihevkriina di navbera wê û YNK`ê de bi temamî kontrol kir û herêma Kurdistanê veguherî herêmeke malbatî. Ji 2003`yan û vir ve, hilbijartinên palamento û serokatiyê li Başûrê Kurdistanê şeklî ne. Tu guhertin di erkên mezin de çênebûne. Di hilbijartinên dawî de, malbata Barzanî dest danî ser 2 erkên serdest ên Başûrê Kurdistanê; serokê hikumetê û serokê meclisa wezîran. Malbata Barzanî di hilbijartinên berê de heman cih biribûn. Li rex wê jî erka fermandariya meclisa ewlehiyê ya Kurdistanê di destê vê malbatê de ye. Bi sedan projeyên fînansekirinê yên mezin ên li Başûrê Kurdistanê di destê vê malbatê de ne.

PDK`ê siyaseta olîgarşî meşand. Vê siyasetê heta radeyeke mezin mala kurdî û Kurdistanê wêran kir. Bi dijminên kurdan anku dewleta Tirk re di hemû warên istixbaratî, agahiyan û lojistîk de hevkarî kir. Başûr bûye çavkaniya istixbarat û artêşa Tirk. Dewleta Tirk hemû jêderên Başûrê Kurdistanê kontrol kirin, muxalif, rojnamevan û welatparêz bê deng kir.

Di vê dawiyê de li gorî aliyên têkildar, PDK`ê bi desteka dewleta Tirk rolek di pêkanîna nakokiyekê de di nav YNK`ê de lîst ku li dijî êriş û mudaxeleyên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê ye. Armanca sereke ya ji vê kiryarê, lawazkirina YNK`ê ye.

Di hilbijartinên parlamentoyê yên Iraqê de, hevbendiyên ku di navbera hêzên siyasî de çêbûne nûnertiya vîna gelê Iraqê nakin, bi qasî ku nûnertiya hêzên herêmî û derve dikin di serî de Îran û dewleta Tirk. Em dixwazin di vir de îşaret bi vê yekê bikin; çima PDK`ê namzetê serokatiyê ji partiya xwe diyar kir?

REWAKIRINA GENDELIYÊ

Dibe ku sedema sereke ya diyarkirina PDK`ê Hoşyar Zêbarî ji bo serokatiya Iraqê, dixwaze gendeliyê rewa bike û wek diyardeyeke ji rêzê ye nîşan bide. Li aliyekî din dibe ku sedema girîng be, israra wê li ser zihniyeta eşîrtî ye, ku PDK`ê pêk tîne; malbat û berjewendiya êlê di ser her tiştî re ye. Ji vir em dikarin biryara dadgeha federal a têkildarî Hoşyar Zêbarî şîrove bikin ku ew der heqê PDK`ê de îhaneta yekser e.

Hewldana domdar a PDK`ê ku erka serokatiya Iraqê bi dest bixe, ji vala nayê, ruxmî ku dadgeha federal namzetê PDK`ê Hoşyar Zêbarî (xalê Mesûd Barzanî) dûr xistiye.

Ya yekê, hewldana PDK`ê li dijî lihevkirina di navbera wê û YNK`ê de ye. Ya din; ev yek rê nade tu kes erka wî çi dibe bila bibe, li hember êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi giştî tu bertek nîşan bide. Ya sêyem; delîla zihniyeta malbatî ya eşîrtî ye. Ya çarem; PDK`ê lihevkirinên leşkerî û veşartî bin pê dike, heke aliyê li hember lawaz be.

Wek encam, serhişkiya PDK`ê di siyaseta olîgarşiyê de wêraniyê ji gelê kurd li Başûrê Kurdistanê re tîne. Encamên wê dê ne ji yên referandoma 2017`an kêmtir bin, dema hêzên Iraqê Kerkûk bi giştî kontrol kir. Dibe ku bibe sedema parçebûna gelê kurd li Başûrê Kurdistanê. Piştre hikumeta federal dê herêmên din ên Başûrê Kurdistanê desteser bike. Biryara Dadgeha Federal a dawî ya têkildarî qanûna neft û gazê nîşaneya vê yekê ye

 (bx-şx)

ANHA