Li Helebê panela "Rêber APO kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e''

Li Helebê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin. Di panelê de hate gotin, fikirê azad li dijî fikirê hêzên hegemonîk û kapîtalîst e, ji ber vê yekê komplo li dijî rêbertî pêk anîn. Her wiha hate diyarkirin ku bi saya berxwedana rêbertî û kombûna gel li derdora wî komplo têk çû.

Li Helebê panela "Rêber APO kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e''
Li Helebê panela "Rêber APO kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e''
Li Helebê panela "Rêber APO kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e''
Li Helebê panela "Rêber APO kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e''
Li Helebê panela "Rêber APO kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e''
Li Helebê panela "Rêber APO kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e''
Li Helebê panela "Rêber APO kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e''
Li Helebê panela "Rêber APO kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e''
Li Helebê panela "Rêber APO kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e''
19 sibat, 2022   16:55
HELEB

Desteya Azadiya Rêber Abdullah Ocala bi navnîşana "Azadiya Rêber APO kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e"  panelek li hola Telet Heleb a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî, meclisên sivîl û komîn, rewşenbîr, parêzer, hiqûqnas û nûnerên rêxistinên mafên mirovan beşdarî panelê bûn.

Endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn bixêrhatina beşdaran kir û girîngiya lidarxistina van panelan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir.

Di panelê de du mijar hatin nirxandin, jiyana rêber Ocalan û têkoşîna wî, her wiha asta rewabûna dadgehên Tirkiyê di darizandina rêber Ocalan û tecrîdê li ser wî hatiye ferzkirin.

Mijara yekemîn ji aliyê parêzer Roşîn Hido ve hate şîrovekirin. Beşdaran ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan rêbazên çareseriyê nîşan dan.

Di axaftinên beşdaran de hate gotin, rêber Ocalan tevahî gel bi hev ve girêda, j ber ku fikirê wî li dijî fikirên hêzên hegemînk û kapîtalîst e komplo li dijî wî pêk anîn. Her wiha hate gotin ku komplo bi êrişên domdar û hewldanên derxistina fitneyê di navbera gelan de berdewam dike.

Beşdaran bal kişandin ser armancên komployê û gotin, armanc tunekirina rêbertî û PKK, bidawîkirina berxwedana gel û qirkirina gelê Kurd e.

Her wiha hate diyarkirin "Destpêkê rêbertî wekî Rêberê Gelê Kurd dihat nasîn, lê piştî 23 salan ji têkoşîna wê ya ji bo tevahî gelan li girtîgeha Îmraliyê, em dibînin ku li tevahî cîhanê alîgirên wî çêbûne ku ramanê wî dipejirînin."

Her wiha hate destnîşankirin ku rêbertî maskê tevahî hêzên desthiltdar ên cîhanê anî xwarî. Beşdaran têkidarî zextên li ser Ocalan pirsa hiqûqa mafên mirovan kir.

Beşdaran derbarê têgeha revandin û girtin ji bo rêber Ocalan de got, têgeha revandin rasttir e, ji ber ku têgeha girtin rewabûnê dide dewleta Tirk a faşîst di têkbirina Rêber APO de.

Endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Cibraîl Mistefa got: "Dewleta Tirk rêz ji qanûnên navneteweyî re nagire. Îro rewş cuda ye, dostên Tirkiyê yên di salên 1990'î de yên ku beşdarî komployê bûne, niha piraniya wan bi me re ne, nîşaneya vê yekê vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Amerîkayê ye."

Mijara duyemîn  a derbarê rêbazên azakirina rêber Ocalan de ji aliyê endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Mihemed Emîn ve hate birêvebirin.

Di vê mijarê de hat gotin, qanûnên ku li Îmraliyê tên pêkanîn li tu deverên din ên cîhanê nayên pêkanîn, her wiha hate desntîşankirin ku komploya li dijî rêber Ocalan komployeke siyasî ye, ji bo pêkanîna berjewendiyên kesayetî û navneteweyî ye ku rêbertî di aliyê fîzîkî û fikirî de tune bikin û di encamê de doza kurdan ji holê rakin.

Beşdaran diyar kirin ku bi saya berxwedana rêbertî û kombûna gel li derdora wî, bi saya fedekariyên şehîdan û bangên cîhanî yên ji bo azadiya rêbertî, komplo vala hate derxistin.

Panel bi van xalan bi dawî bû:

-Bi navê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan daxwaznameyek ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re were şandin da ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê aktîv bike ku bi lez lêpirsînekê derbarê rewşa rêbertî yê di girtîgeha Îmraliyê de veke, da ku doza rêbertî li gorî peymanên navneteweyî yên girêdayî têkoşîna li dijî îşkenceyan a sala 1998'an de ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye îmzekirin, were çareserkirin.

- Daxwazname ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re were şandin da ku bi lez rêber Ocalan serbest were berdan.

-Ji bo derxistina PKK'ê ji "Lîsteya terorê" xebat wê were kirin.

-Daxwaznameyek  ji Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re were şandin da ku însiyatîf û dan û standinên aştiyê di navbera rêber Ocalan û Tirkiyê de  bide destpêkirin.

- Ji bo kongreyeke li ser asta Kurdistanê were lidarxistin, bang li tevahî sazî, rêxistin û partiyên kurdî, tevahî rewşenbîr, hiqûqnas, têkoşer  were kirin. Armanca ji vê kongreyê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e.

-Têkildarî, têkoşîna rêber Ocalan, binpêkirinên dewleta Tirk, tecrîda li ser rêber Ocalan, teşhîkirina siyasetên Tirkiyê û xeteriya wê li ser Rojhilata Navîn, semîner wê werin dayîn.

ANHA