​​​​​​​Konfransa Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê bi dawî bû

Yekemîn Konfransa Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê bi avakirina meclisa nû û pêşniyaran bi dawî bû.

​​​​​​​Konfransa Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê bi dawî bû
19 sibat, 2022   17:20
KOBANÊ

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê bi dirûşma “Bi Berxwedana Kobanê, em mafan diparêzin û edaleta civakî misoger dikin”,  konfransa xwe ya yekemîn li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li dar xist.

Piştî hilbijartinên endam û rêveberên meclisa nû, bi armanca pêşxistina kar û xebatê meclisê û misogerkirina edaletê pêşniyar hatin giritn.

Pêşniyar wiha ne:

-Ji bo dermankirina kesên ku madeyên hişbir bi kar tînin nexweşxane bên vekirin.

/ar/uploads/files/2022/02/19/150714_akhttam-aamal-alkwnfrans-alawl-lmjls-aladalh-alajtmaayh-liqlym-alfrat-28129.webp

-Bi armanca çareserkirina sedemên pêkanîna sûcan ji aliyê girtiyan ve navendekê lêkolînê were vekirin da ku di zûtirîn dem de sûcdar werin keşifkirin.

-Dadgeheke meslekî di rêveberiyê de were avakirin.

-Ji bo çavdêriya giştî komîteyên lihevanînê di Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de were avakirin.

-Komîteyên lihevanînên ji komîteyên edaletên yên girêdayî meclisa kantonê werin veqetandin.

-Ji bo lêkolînkirina sedemên kuştin û xwekuştinê. komîteyek pispor were avakirin ku karibe rê li ber van diyardeyan bigire.

-Dozên medenî û cezayî ji hev werin veqetînin û ji bo her yekê odeyeke were veqetandin. -Madeya (48) a mîsaqa edaleta civakî ku nabe dadewerê îstîfakirî rasterast karê xwe di parêzeriyê de bike, di ber çavan re were derbaskirin.

-Astengiyan ji pêşiya zagonên jinê di mijara mîratê de werin rakirn û ji bo pirsgirkên kirîn û firotina mal û erdan lîsteyeke milkan were amadekirin.

(sb)

ANHA