Têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk semînerek hate dayîn

Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ya Sûriyê bi navnîşana "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di dengeya qanûna navneteweyî de" semînerek da.

Têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk semînerek hate dayîn
Têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk semînerek hate dayîn
Têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk semînerek hate dayîn
Têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk semînerek hate dayîn
Têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk semînerek hate dayîn
Têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk semînerek hate dayîn
Têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk semînerek hate dayîn
Têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk semînerek hate dayîn
19 sibat, 2022   15:49
HESEKÊ

Bi diruşma "Azadiya Rêber Ocalan kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e", Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Ji Ocalan re Azadî re, semînerek bi navê "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di dengeya qanûnên navneteweyî de" li Hesekê da.

Hiqûqnas Mihemed Emîn Neîmî û Xufran Xelef behsa jiyana rêber Abdullah Ocalan, qonaxên têkoşîna wê û projeya wê ya civaka demokratîk kirin.

Her wiha îşaret bi îdiayên  derew ên dewleta Tirk ên derbarê darizandina siyasetemdaran de hate kirin, hate gotin ku dewleta Tirk bi van siyasetan ku qanûn û peymînê navneteweyî bin pê dike,  hewl dide desthilata xwe mayînde bike.

Beşdaran nêrînên xwe anîn ziman, behsa sûcên ku dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî pêk tîne û binpêkirinên wê ji qanûn û peyamên navneteweyî hate kirin.

ANHA